Mamostayên olî ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî bang kirin
42 mamostayên olî yên rojhilatê Kurdistanê têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî daxuyaniyek dan.

42 mamostayên olî yên rojhilatê Kurdistanê têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek 42 zana û mamostayên olî yên kurd ên li rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikîn cezayê darvekirinê ku bi awayek nedadperwerane li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn, betal bikin.”
Di dewamê de hat gotin ku divê desthilata Îranê dawî li pêla binçavkirina welatiyan bîne, ger dawî li zextan neyê anîn wê gel û hikûmet hîn zêdetir ji hev dûr bikeve.
Di dawiyê de jî hat gotin ku ew li bendê ne aramiya derûnî ji bo gel bê peydakirin.


