Manîfestoya serhildanê

Fîgurê Tom Barrack li Rojhilata Navîn û Kurdistanê rûyê rastî yê modernîteya kapîtalîst bi hemû ziraviya xwe radixe ber çavan. Dema em li karekterê wekî Tom Barrack dinihêrin, divê em neyên xapandin; ew ne tenê kesekî qirêj, fîgurê herî rastîn ê pergala siyasî ya rojavayî ye.

1 deqe xwendin
Manîfestoya serhildanê

Îro li ser axa Rojava ne tenê şerekî sînoran, lê belê şerekî hebûn û nebûnê yê li dijî siyaseta înkara gelê kurd tê meşandin. Pênasekirina Kurdistanê wekî "mêtingeheke navneteweyî" êdî ne tenê tespîteke siyasî ye, rastiyeke civakî ye ku li ser gelê kurd tê ferzkirin. Ev sîstema kurewî ya ku navê wê "lîberalîzm" an "stratejiya rojavayî" ye, ji bo kurd her tim di nav lepên pergala kurewî de bin bi taybetî hatiye sêwirandin. Dagirkeriya li ser Rojava, ne tenê ji aliyê dewletên herêmî ve, lê belê di bin sîwana sîstema emperyal a Amerîkayê de wekî amûreke dîsîplînkirina gelan tê bikaranîn.

Fîgurê Tom Barrack li Rojhilata Navîn û Kurdistanê rûyê rastî yê modernîteya kapîtalîst bi hemû ziraviya xwe radixe ber çavan. Dema em li karekterê wekî Tom Barrack dinihêrin, divê em neyên xapandin; ew ne tenê kesekî qirêj, ew fîgurê herî rastîn ê pergala siyasî ya rojavayî ye. Barrack û hemî polîtîkayên ku wî û mîna wî temsîl dikin, berhemên wê kargehê ne ku ji bo bindestkirina gelan û talankirina nirxan hatiye avakirin. Di bin kirasê diplomasiyê de, bazirganiya xwîna kurdan dikin. Rexnekirina kesan bêyî hilweşandina vê hişmendiya emperyal, tenê xizmeta domandina statûkoyê dike.

Faşîzma rojavayî ya ku Amarîka pêşengiya wê dike mekanîzmaya kodkirî ya tunekirinê ye. Tiştê ku dewletên tirk, ereb û raris li ser axa Kurdistanê dimeşînin, polîtîkayên lûtkeya sîstematîk a faşîzmê ne. Hişmendiya neteweperest û olperest a li herêmê, ne li ser bingeha jiyanê, lê li ser bingeha "înkara yên din" hatiye avakirin. Ji bo wan, qirkirin ne qezayek e, armanceke pîroz a sedsalî ye. Ev sêgoşeya faşîst, ji bo ku tu nefesê nede nasnameyên azad, bi her awayî hevkariyê bi hêzên emperyal re dike.

Li himberî vê hişmendiya bû ku xwe di ser îradeya gelan re dibîne Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rohilata Sûriyê qelşa di dîwarê hişmendiya tarî de hatibû çêkirin. Rojava ne tenê herêmek e; ew qutbûna radîkal a ji dîroka kolektîf a faşîzmê ye. Ew ceribandina yekemîn a cidî ye ku dixwaze çerxa zilmê ya Rojhilata Navîn parçe bike. Îdiayên ku dibêjin modela Rojava têk çû ne tenê derew in, nîşaneyên tirsê ne. Ev model, tam ji ber ku radîkal e û hemû gelên herêmê hembêz dike bû hedafa tarîtiya çeteyen mîna HTŞ, DAIŞ û xwînxwarên dewleta tirk ku ji Asyaya Navîn berhev kirine. Rojava ne tenê modelek rêveberiyê ew di heman demê de vîna azad a jin û gelan temsîl dike. Lewma îro di bin êrişên herî giran de ye. Rojava îspat kir ku "neçarî" tune ye û gel dikarin çarenûsa xwe bi destên xwe binivîsin. 

Berxwedana Rojava di heman demê de redkirina statukoya înkarê ye. Sîstema global û lîstikvanên herêmî bi fîgurên wekî Colanî û yên din, bi dehan salan e ku tunebûna kurdan wekî bingeha peymanên xwe qebûl kirine. Ji vî milî ve helwesta Rêveberiya Xweser ya ji van plan û projeyên wan re dibêje "na", ew rastiya wan a derewîn serûbin dike. Ev dihaman demê de li dijî ferzkirinên wan serhildanek e. Ev "na", tê wateya: "Ez heme, ez li vir im û ez ê ne li gorî daxwazên we, lê li gorî vîna xwe bijîm."

Ev serhildan di haman demê de tê wateya şikandina norma koletiyê. Hêzên serdest û dagirker dixwazin ku gelê kurd koletiyeke nûjen ango bê statû û bê nasname wekî qedereke asayî qebûl bike. Ev dengê redkirinê, vê qederê serûbin dike. Ew nîşan dide ku rûmet, ji ewlehiyeke ku bi koletiyê ve hatî girêdan, bihatir e, girîntir e.

Xetereya ku îro li ser Kurdistanê heye, ne krîzeke ji rêzê ye; ew tehdîdeke ontolojîk e. Her parçeyê Kurdistanê yan jî her hêza siyasî ya ku difikire ew ê di vê sîstema kolonyal de bi silametî bijî, di nav xewneke kujer de ye. Heta ku ev sîstema emperyal-faşîst neyê parçekirin, ti kurd û ti destkeftî ne di ewlehiyê de ne. Rûbirûbûna bi vê rastiyê re, ne tercîhek e, erkeke stratejîk û hebûnî ya herkesî ye ku bîhna azadiyê jê tê. 

Lewma xwedî derketina li Rojava ne tenê sekneke mafdar li dijî êrişên qirkirin ye. Ev li dijî hemû plan û projeyên hêzên emperyal-faşîst ku li ser gelê kurd ferz dikin, xwedî derketina li xwebûna xwe. Ji ber vê yekê divê Rojava bi tenê neyê hiştin û asta berxwedanê were mezinkirin.   

Nûçeyên Eleqedar