Mauro Carbone: Serketina pêvajoyê dê bibe şiyana pêkvejiyanê

Fîlozofê Îtalî Mauro Carbone, bi peyamekî piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: "Ev çareserî di heman demê de ji bo gelên herêmê dê bibe şiyana gihîştina diyalog û armanca pêkvejiyanê.”

1 deqe xwendin
Mauro Carbone: Serketina pêvajoyê dê bibe şiyana pêkvejiyanê

Ji çar aliyên cîhanê peyamên ji bo piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, didomin. Heta niha gelek rewşenbîr, nivîskar, fîlozof û civaknasên navdar peyamên ji bo piştigiriya pêvajoyê şandine. Peyamek ji aliyê fîlozofê îtalî Mauro Carbone ve hat şandin. Carbone ji bo piştgiriya pêvajoyê peyamek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û got ev çareserî dê ji bo gelên herêmê bibe şiyana gihîştina diyalog û armanca pêkvejiyanê. 

Peyama fîlozofê îtalî Mauro Carbone wiha ye: “Ez ji nivîsa peyamek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demorkatîk şanaz im. A rast çareseriyek bi vî rengî dê tenê şerê bi deh salan bi dawî neke. Dê tenê pêkvejiyana demorkatîk û aştiyane ya gelê kurd û tirk pêk neyne, ev çareserî di heman demê de ji bo gelên herêmê dê bibe şiyana gihîştina diyalog û armanca pêkvejiyanê.”

Mauro Carbone, di sala 1956an de li Îtalyayê ji dayik bûye, fîlozofek îtalî ye. Li ser mijarên fonomenolojî, estetîk û çandê xebitiye. Bi salan li Fransayê xebatên xwe yên akademîk domdandiye û li Université Jean Moulin Lyon wek profesorê felsefê dixebite. Xebatên Carbone li ser sînema, tekonolojiya dîtbarî, huner û estetîka hevçerx hûr dibe.