Mazlum Ebdî: Em amadene ku termê Suleyman Şah vegerînin cihê wî

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da.

1 deqe xwendin
Mazlum Ebdî: Em amadene ku termê Suleyman Şah vegerînin cihê wî

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di dema metirsiya rêxistina DAIŞê ya 2015an de, me ji bo parastina termê Silêman Şah alîkarî kir û term ji cihê wê veguhest herêma Aşmê. Îro jî em diyar dikin ku em pabendî parastina cihên dîrokî ne û amade ne bi tevahî aliyên têkildar re hevkariyê bikin ku wê termê vegerînin cihê wê yê berê da ku li gorî lihevkirinên navneteweyî yên berê be û rêz ji tevahî mîrasa çandî re were girtin.”