Mazlûm Ebdî: Herêmên me xeta me ya sor e

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku hêzên HSDê ji bo parastinê vekişîn herêmên Kurdî, di heman demê de êrişên hikumeta demkî li dijî van herêman dewam dikin. Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku destwerdanê bike, girtîgehên girtiyên çete û malbatên DAIŞê biparêze.

1 deqe xwendin
Mazlûm Ebdî: Herêmên me xeta me ya sor e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji ANHAyê re daxuyand ku hêzên wan bersivê didin êrişên hovane yên li dijî welatiyên kurd ên li tevahî herêman. Ebdî berxwedana şêniyan û şervanan li dijî van êrişên hovane silav kir.

Ebdî destnîşan kir ku li dijî avahî û girtîgehên çete û malbatên DAIŞê li Şedadê û kampa Holê êrişên xeterank çêbûn. Ji şeva berê ve hewldanên ketin û kontrolkirina kampa holê tên kirin, bi tank û panzêran êrişên dijwar pêk tînin. Ji berê w parêzvanên kampê mecbûr bûn vekişin.

Di dewama axaftina xwe de Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku çeteyên hikumeta demkî li dijî bajarên Hesekê û gundewarê û Kobanê êrişên dijwar pêk tînin, ev êriş li gel tevahî bangên HSDê yên beriya du hefteya ji bo agirbestê kirine, didomin. Hêzên HSDê, ji bo parastina herêmên kurd vekişîn û got ew herêm û şêniyên xeta sor in.

Ebdî da zanîn ku girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê ku hîna şervanên HSD û YPJê diparêzin rûbirûyî êrişên dijwar û hewldanên ketinê ye. Ev jî şervanan rûbirûyî xeteriyên mezin û reva girtiyan re dihêle.

Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi berpirsiyariya xwe ya parastina avahî û girtîgehên endamên DAIŞê rabe û divê hikumeta Şamê êrişên xwe rawestîne û li maseya diyalogê vegere.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di dawiyê de bang li gelê kurd ê li tevahî cîhanê û dostên wan kir ku li dora berxwedana şervanên HSDê bicivin da ku sivîlan biparêzin.