Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî li ser veguhestina DAIŞiyan axivîn

Fermandarê Giştî yê HSDê û serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hewlên kêmkirina aloziyê û veguhestina girtiyên DAIŞê ji bo Iraqê nîqaş kirin.

1 deqe xwendin
Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî li ser veguhestina DAIŞiyan axivîn

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî peywendiyek telefonê bi serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî. Di axaftinê de hewlên kêmkirina aloziyê û veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê ber bi Iraqê ve hatin nîqaşkirin.

Mazlûm Ebdî li ser Xê spasiya piştevaniya berdewam a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Rojava kir û diyar kir ku ev yek ruhê hevkarî û berpirsiyariya hevbeş di van şert û mercên dijwar de nîşan dide.