Mazlûm Ebdî û şandeya Serokatiya ENKSê civiya

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi şandeyeke Serokatiya ENKSê re cîvînek li dar xist.

1 deqe xwendin
Mazlûm Ebdî û şandeya Serokatiya ENKSê civiya

Li gorî agahiyên taybet ên Rûdawê, Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi şandeyeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civîn li dar xist.

Çavkaniyekiyan da zanîn ku di civînê de der barê girîngiya agirbestê de dan û standin hat kirin û rewşa dawî ya Rojava hat gotûbêjkirin. Şandeya Serokatiya ENKSê da zanîn ku pêwîst e kar bê kirin da ku herêmên Kurdan û xelkê sivîl ji her şer û pevçûneke leşkerî bên dûrxistin ku dibe sedema pêlên nû yên koçberiyê. Di civînê de hate xwetin ku pirsgirêkên bi Şamê re bi rêya diyalogê bên çareserkirin.