Meclisa Jinan a PYDê: Xezale Moylan hat kuştin

Meclîsa Jinan a PYDê derbarê kuştina Xezale Moylan de daxuyanî da û got, “Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat kuştin.”

1 deqe xwendin
Meclisa Jinan a PYDê: Xezale Moylan hat kuştin

Meeclisa Jinan a PYDê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê daxuyanî da. Endama Kongra Star Cûrî Temî bi kurdî û endama Ciwanên PYDê Evîn Mihemed Cimo jî bi erebî daxuyanî da.  Cûrîu Temî anî ziman ku di vê bûyerê de, şervana Kurd, Xezale Moylan, birîndar bû û wiha got: “Piştre ew birin nexweşxaneyek li Silêmaniyê, lê kiryara neexlaqî û nemirovane ya redkirina qebûlkirina wê bû sedema şehadeta wê." 

Cûrî Temî da zanîn ku di van şert û mercên dijwar de, divê gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê ji bo parastina nasname û hebûna xwe yekgirtî bin û got: “Lê em bawer dikin ku tiştê ku diqewime zirarê dide yekîtiya me wekî gelê Kurd.” 

Jinan di daxuyaniya xwe de ev kiryara şermezar kirin û bang li hemû jinên cîhanê, û bi taybetî jinên Kurd, kirin ku bibin yek û li dijî van kiryarên ku xizmeta civakê an jinan nakin bisekinin.

Cûrî Temî xwest ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêveberiya Silêmaniyê û bi taybetî jî YNKê lêpirsînekê li ser rêveberiya nexweşxaneyê bidin destpêkirin û wan ji vê kiriyarê berpirsiyar bigirin.