Meclisên Swîsreyê bertek nîşanê êrişên li ser Rojava dan

Kantona Vaudê û Meclisa Herêmî ya Wetzîkonê yên Swîsreyê têkildarî êrişên li Rojava daxuyanî da.

1 deqe xwendin
Meclisên Swîsreyê bertek nîşanê êrişên li ser Rojava dan

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û dostên wan, ji 6ê çile ve ku êrişên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê destpê kirin, her roj li kolanan çalakî dikin. Van çalakiyên gelê kurd bandora xwe li ser Meclisa Federal, meclisên kanton û meclisên şaredariyên herêmî nîşan daye. Piştî daxuyaniya li Meclisa Federal,  li Meclisa Kantona Vaud û Meclisa Herêmî ya Wetzikon jî bi rojeva Rojava daxuyanî hatin dayîn.

Li Parlamentoya Herêmî ya Wetzikonê, ser navê Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Keskan (Grunen) û Lîsteya Alternatîf (AL) daxuyaniyeke hevpar hat xwendin. Daxuyaniya hevpar ji ser kûrsiya meclisê ji aliyê Endamê Meclisa SP Saamel Lohrer ve hat xwendin.

Saamel Lohrer di axaftina xwe de bal kişand ser salvegera 11emîn a rizgarkirina Kobanê û wiha got: “Îro salvegera 11emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojava ye. Di 26ê çileya 2015an de teroristên DAIŞê ji bajêr hatin derxistin. Ev serkeftina mezin a li hember DAIŞê hatiye bidestxistin, îro em deyndarê şervanên kurd ên ji Rojava û herêmê ne.”

Saamel Lohrer diyar kir ku gelê Kurd di vê salvegerê de careke din bi gefa komkujiyekê re rû bi rû ye û wiha axivî: “Çar zarokên ku nêzîkî vê demê ji Kobanê reviyan, di hewldana rizgarbûna ji êrişên milîsên îslamî de ji ber sermayê canê xwe ji dest dan. Ji çend rojan ve hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî, êrişî herêmên demokratîk û xweser ên Rojava dikin. Gelê sivîl, bi taybet komên etnîkî yên kêm, jin û zarok rasterast tên hedefgirtin. Hebûna rêveberiya xweser a demokratîk di xetereyeke giran de ye.”

‘DAIŞî jî tev li êrişan dibin’

Saamel Lohrer bal kişand ser beşdariya unsûrên DAIŞê yên di êrişên li ser Rojava de û wiha got: “Di êrişan de tenê hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî cih nagirin. Teroristên DAIŞê jî di nav van êrişan de ne. Bikaranîna îdamê, tundiya li ser jinê û revandina xebatkarên alîkariyê rêbazên van komên terorîst in. Hefteya borî DAIŞî bi fermana Ehmed el-Şara ji girtîgehên hatine dagirkirin hatin berdan. Tê bîra me komkujiya êzidiyan a ku civaka navneteweyî wekî qirkirin nas dike.”

Saamel Lohrer diyar kir ku Swîsre û civaka navneteweyî divê berpirsiyariyê bigirin û wiha axivî: “Îro modela xweser a ku kurd, ereb, suryan, êzidî û tirkmen bi awayekî demokratîk û bi aştiyê bi hev re dijîn di bin gefê de ye. Di Rojava de modela civakeke wekhev, ekolojîk û demokratîk dixwazin ji holê rakin. Ev êriş li hember mirovahiyê, demokrasiyê û azadiyê ye.”

Di daxuyaniya hevpar a sê partiyan de ev daxwaz hatin rêzkirin:

* Aşkere şermezarkirina êrişên li ser gelê kurd û binesaziya sivîl 

* Piştgiriya bi hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê 

* Ji bo parastina gelê sivîl gavên şênber avêtin

* Piştgiriya belgekirina binpêkirinên mafên mirovan 

* Parastina siyaseta cezayên bi bandor li ser bingeha mafên mirovan 

* Piştgiriya pêkhateyên demokratîk ên herêmî 

* Divê serîlêdanên penaberiyê yên kurdan neyên redkirin û rawestandina hemû operasyonên derxistina wan.