Mehmûd Xelîl : Îro dê 300 dîlgirtî bên berdan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand ku dê saet di 13.00ê de li Hesekê 300 dîlgirtî bên berdan.

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl ragihand ku li bajarê Hesekê îro dê komeke dîlgirtiyên ku ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatine girtin, werin serbestberdan û diyar kir ku hewldanên wan ên çareserkirina pirsgirêka dîlgirtiyan berdewam in.
Mehmûd Xelîl li ser platforma X’ê got: "Wek beşeke hewldanên berdewam ên hêzên me yên bi rayedarên peywendîdar re, ji bo çareserkirina pirsgirêka dîlgirtiyan, 300 dîlgirtiyên ku di bûyerên dawîn de hatine girtin, dê îro saet di 13.00an de li bajarê Hesekê, Çerxerêya El Sebax werin berdan.”
Xelîl diyar kir ku ev gav di çarçoveya hewldanên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêka dîlgirtiyan û xurtkirina aramiya civakî li herêmê de pêk tê û bal kişand ser xebat û hevrêziya berdewam bi aliyên peywendîdar re ji bo pêkanîna vê armancê.
Koma dawîn a dîgirtiyan ku ji 100 kesan pêk dihat, di 10ê adarê de gihaşt bajarê Hesekê. Ev girtî dema ku li gorî peymanên di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji hin cihan vedikişiyan, hatibûn girtin.
Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kiribû ku hejmara giştî ya girtiyên ku ji hêla hikumeta demkî ve hatine girtin tevî sivîlan, hezar û 70 ye.


