Meral Gultekinê banga beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê kir

Hevseroka Komîteya Amadekar Meral Gultekin, banga beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê kir ku dê di 22yê adarê de li Mersînê bê lidarxistin û got: "Bi ruhê Rahşan, Zekiye û Berîvanê, em ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kesî vedixwînin pîrozbahiya li Qada Tirmilê."

1 deqe xwendin
 Meral Gultekinê banga beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê kir

Îsal, Newroz dê li herî kêm 53 navendan bi dirûşmeyên "Newrozê Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newrozê Azadî û Demokrasiyê" bê pîrozkirin. Yek ji navendên pîrozbahiyê dê di 22yê adarê de Qada Tirmil a li navçeya Akdenizê be.

Cîgira Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulisten Kiliç Koçyîgît û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sara Kaya, dê wekî axaftvan beşdarî pîrozbahiya li Mersînê ya di 22yê adarê de bibin.

Stranbêj Ruken Yilmaz û Şîrîn Kaya ji Sanatoliayê dê di pîrozbahiyê de derkevin ser dikê. 

Hevseroka Komîteya Amadekar a Newroza Mersînê Meral Gultekinê diyar kir ku pîrozbahiya îsal a Newrozê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: "Ji aliyekî ve, ji bo parastina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û ji aliyê din ve, ji bo parastina destkeftiyên li her çar perçeyên Kurdistanê, em ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kesî vedixwînin pîrozbahiyê ku dê saet di 11.00ê sibê de li Qada Tirmilê dest pê bike, bi ruhê Rahşan, Zekiye û Berîvanan. Em bawer dikin ku bi taybetî jin û ciwan dê bi cilên xwe yên kurdî reng bidin Newrozê."