Mêran li Stenbol û Enqereyê 4 jin kuştin
Mêran li Stenbol û Enqereyê di nava rojekê de 4 jin kuştin.

Ji ber poîtîkayên îktîdara AKPê, tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Her roj jin bi destê mêr têne kuştin. Îro jî 4 jin bi destê meran li Stenbol û Enqereyê hatin kuştin.
Enqere
Çawişê pispor ê teqawid R.B. ku li navçeya Sîncanê ya Enqereyê dijî, hevjîna xwe D.B. û keça xwe I.N.B kuşt û piştre xwe kuşt. Li ser agahdarkirinê, komên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat zanîn ku di êrişê de keça malbatê S.B. jî birîndar bûye. S.B. piştî mudaxileya ewil sewqî nexweşxaneyê hat kirin.
Li navçeya Keçîoren a Enqereyê jî Huseyîn Duran jina bi navê Ş. Z. Kuşt.
Stenbol
Kesê bi navê S.H. jî li navçeya Çekmekoy a Stenbolê dayika xwe M.H. kuşt. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat zanîn ku M.H. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û kujer hatiye binçavkirin.


