Meteorolojî: Li tevahiya Kurdistanê dê baran bibare
Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barînan kir.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya 23’yê Adarê parve kir. Li gorî raporê; dê li bajarên Amed, Sêrt, Meletî, Dîlok û Rihayê baran, li Erzirom û Qersê jî şilope û berf bibare. Li gorî raporê, ji bilî Wanê dê li tevahiya bajarên bakurê Kurdistan barîn hebe.
Meteorolojiyê, xelkê Herêma Serhedê jî hişyar kir û jê xwest li dijî xetereya aşûtan û lehiyan tevdîra xwe bigirin.


