Mexmûriyan 1ê Gulanê bi coş pîroz kirin

Mexmûriyan 1ê Gulanê Roja Kedkaran ya Cîhanê bi şahiyekê 1ê Gulanê pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Mexmûriyan 1ê Gulanê bi coş pîroz kirin

Komîteya Şaredariya Mexmûrê û Saziya Karkeran bi boneya 1ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê şahiyek lidar xistin. Di çalakiya ku li biniya çiyayê Qereçoxê hat kirin de, endam û rêveberên sazî û rêxistina sivîl û gelek şêniyên wargehê tevlî bûn. Di çalakiyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û pankartên “Bi Têkoşîn û Rêxistina Kedkaran wê Rêber Apo Azad Bibe” û “Bi Berpirsiyariya Civaka Demokratîk Ber bi Yekîtiya Kedkaran” vekirin. Komê bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Yek Gulan” berz kirin. Encûmena Şaredariya Wargeha Mexmûrê Amara Bulut daxuyanî da. Amara Bulut bal kişandina ser pergala sermayedar ku bi hezar sale xwe li ser keda kedkara dide jiyîn û got: “Her ku diçe rewşa kedkaran xerabtir dibe. Çineke biçûk bi pergala kapîtalîzmê serweriya xwe li tevahiya cîhanê ava kiriye. Civakê 24 saetan didin xebitandin. Li hemberî hemû avahiyên desthilatdariyê di çarçoveya banga “Aşîtî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo de, em kedê bi rêxistin bikin da ku mafên hemû kedkaran were parastin û ev jî bi azadiya fizîkî ya kedkarê herî mezin ya Rêber Apo pêkane.” 

Komê di şahiyê de li ber stranên Hunermend Serdar Birîndar govend gerandin. Herî dawî Qada Kedê û Şaredarî yek ji lîstikên gelerî yên Kurdî kêlanê lîstin û çalakî bi dawî bû.