Mexmûriyan azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd xwestin
Koma 190î ya Mexmûriyan di roja 978an de kom bûn û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê Tirmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 190î di roja 978an de bi biryardariyeke xurt didome. Merasîma dewrgirtina çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê koma 189an nobet dewir girt. Li ser navê komê Dua Bulut daxuyanî da. Dua Bulut anî ziman ku di vê qonaxê de, em fêm dikin ku têkoşin ne tenê li ser gotinan diraweste û wiha got: “Ew pêvajoyek dirêj û zehmete ku bi hêza civakê, bi rêxistin û bi şermezarkirina her cûrê zilmê tê pêşxistin. Giringe ku em di vê rê de hêza xwe ya berxwedanê bi zanîn û şûra xwe zêde bikin. Têkoşîn ne tenê bi hest û coş tê meşandin; hewce dike em bi zanîn, bi plan û bi stratejiyeke rast bixebitîn.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.


