MÎA-FED: Li Rojava li dijî îslamê sûc hate kirin
Hevberdevkê Demê yê MÎA-FEDê Îlhan Tan, diyar kir ku li Rojava li dijî kurdan sûc hat kirin.

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED), têkildarî dorpêç û krîza însanî ya li Rojava û qetlîamên rejîma Îranê yên li dijî gelê rojhilatê Kurdistanê, li ser Cadeya Cumhuriyetê ya Agiriyê daxuyanî da. Hevberdevkê Demê yê MÎA-FED’ê Îlhan Tan di daxuyaniyê de axivî û êrişên li dijî Kurdan weke “sûcên li dijî Îslamê” nirxand.
Îlhan Tan, diyar kir ku tevî sozên sekinandina şerê li Rojava jî dorpêça li ser Kobanê berdewam dike û bi bîr xist ku destûr nayê dayin alîkarî ji bajar re bê şandin û got: “Hewldana terbiyekirina gelekî ya bi rêya birçîtî û bêdermaniyê, li dijî hiqûqa şer e û tenê dikare bi zilmê were pênasekirin. Em, DAIŞ, HTŞ û komên cîhadîst ji komkujiyên wan ên berê nas dikin. Bedena jinan weke xenîmet dibînin, sivîlan înfaz dikin. Ev, sûcê li dijî îslamê ye.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Îlhan Tan cotstandartiya civaka navneteweyî û derdorên oldar a li dijî pirsgirêka kurd rexne kir û got: “Ên ji bo Arakan, Tirkistana Rojhilat û Filistînê daketin qadan, dema mijara behsa xeberê dibe kurdên li Rojava û Rojhilat, xwe bêdeng dikin. Ev bêdengî nayê qebûlkirin. Ziman û nasname ayetên Xwedê ne û tunehesibandina wan, înkarkirina ayetên Xwedê ye.”
Îlhan Tan, bang kir ku ji bo alîkariya bi Kobanê re demildest Deriyê Sînor ê Kobanê were vekirin û korîdoreke alîkariya însanî were vekirin. Îlhan Tan, xwest zext, înfaz û îdamên li Rojhilat jî bên sekinandin û got: “Li dijî zaliman em bi mazluman re ne. Yên li dijî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in.”


