Mihemed Şiya Sûdanî serdana sinor kir

Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo ji nêz ve rewşa sinorê navbera Sûriye û Iraqê û tedbîrên hatine girtin bibîne, serdana devera Qayîme ya li parêzgeha Enbarê kir.

1 deqe xwendin
Mihemed Şiya Sûdanî serdana sinor kir

Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku, serokwezîrê Demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana sinorê navbera Iraq û Sûriyeyê kir.

Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWSê Sûdanî serdana devera sinorî ya Qayîme ya bi ser parêzgeha Enbarê kir. Hat gotin ku Sûdanî li baregeha Firqeya Heftan bi amadebûna Wezîrê  Karên Hundir, Serfermandarê Artêşa Iraqê û Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Fermandarê Hêzên Bejahî, Fermandarê Hêzên Hewayî, Fermandarê Hêzên Sinor û Rêvebirê Îstixbarata Leşkerî civînek ewlehiyê lidarxist. Hat ragihandin ku di civînê de li ser tedbîrên ji bo parastina sinorê Iraqê agahî hatine parvekirin.

Hêjayî gotinê ye piştî ku çeteyên Şamê, DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta tirk êrişî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi hezaran çeteyên DAIŞê û malbatên wan ji girtîgeh û kampan derketin. Ji ber metirsiya êrişên li ser Iraqê, artêşa Iraqê li ser sinorê navbera Iraq û Sûriyeyê de hêzek mezin bi çekên giran ve bicih kiriye. Li gor hin dîmenên ku şeva borî li ser torên medya dijîtal hatin parvekirin, çeteyên Colanî digotin, “em li ser sinorê Iraqê ne emê heta Kerbelayê herin.”

Herwiha serokwezîr Sûdanî, şevê din ji bo rewşa dawî ya li Sûriye û aloziya ji ber sedemên reva çeteyên DAIŞê ji girtîgehan biaxifin li gel fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî hevdîtinek pêk anî bû. Di hevdîtinê de rewşa dawî hat nirxandin û giftûguh li ser bergiriyên de bêne girtin hat kirin.