Min siyaset û rizayet vehêlaye
Rewşa vê cîhana gewrik, hingî aloz û tevlihev bûye, hindik maye ku ji esmana cewrik bibarin. Ez dibêjim qey hûn hemû meseleya barîna cewrikan dizanin. Dîsa jî ez bi bîra we bixim.

Silav gelî xwaher û biraderan!
Rewşa vê cîhana gewrik, hingî aloz û tevlihev bûye, hindik maye ku ji esmana cewrik bibarin. Ez dibêjim qey hûn hemû meseleya barîna cewrikan dizanin. Dîsa jî ez bi bîra we bixim.
Du bira hebûne, yekî pir xweş derew kirine, tiştên nedîtî û nebînayî li hev anîne. Birayê din jî safikekî dera hanê bûye lê bi birayê xwe re ketiye qayişkêşanê. Rojekê berî birayê xwe yê xweşvir hatiye nav civatê, gotiye ez jî ji xwe re derewekê bikim û dest pê kiriye:
Dema ez ji malê dihatim, min tiştekî sosret dît, ji esmanan ewtîna cewrikekî dihat.
Civatê henekê xwe pê kirine, hindik maye ku rezîl û riswa bibe, birayê wî gihîştiye hawarê û gotiye:
Gelî civata berkeftî, xwe neqayîl nekin, min jî ew cewrik dît, eyloyekî ew girtibû nav pencên xwe û bi jor ve dikişiya, rebenê cewrik jî dikir ewtetewt.
Piştî vê, birayê safik sond xwariye ku careke din gotinên ji serê xwe mezintir neke.
Belê gelî canik û camêran! Cihê ku hêz û şiyan bikeve destê heramiyan, aştî û aramî lê namîne. Îsraîl û Îranê zend û bendên xwe vemalane, qira misilmanan tînin. Îsraîl kal û pîr, jin û zarok her roj bi dehan mirovên filistînî dikuje. Îran jî her roj çend misilmanên bêguneh bi dar ve dike. De were vê kerê di vê bihurê re derbas bike.
Li van deran jî ji keyayê Pêncgirkan[1] re her tim çûk li darê dikeve. Di hilbijartinên 2023yan de Şeqşeqo[2] ew ji kindir rizgar kir, ew dîsa li ser textê paytextê da rûniştandin. Di hilbijartinên şaredariyan de têk çû, Partîya Gel a Komarê bû partiya yekemîn dîsa Şeqşeqo gihîşt hawara wî. Her wekî vê pêkenoka li xwarê.
Mamoste ji xwendekarekî xwe pirsî:
- Hevoka ku xwendekar herî zêde bi kar tînin, kîjan e?
- Ez nizanim.
- Her bijî, te pê derxist!
Her wekî çawa Mîr Celadet Bedirxan di pêşeka Kovara Hawarê de dibêje, em siyasetê dihêlin ji hinekên din re, ez jî wekî Şêx Zubêrê Kurdî dibêjim, min jî siyaset hêlaye ji xelekên din re. Ez ê ji xwe re çend rekat nimêja xwe bikim, lê berî wê ez ê destnimêja xwe jî teze bikim.
Go yek çû bajêr hat, jê pirsîn:
Rewşa bajêr çi ye, jiyana wir çawa bû, te jê hez kir?
Mêrik got:
Erê bi Xwedê her tiştê bajêr baş bû, lê edeteke bajêr hebû, qet neket serê min û kêfa min jî jê re nehat.
Jê pirsîn:
Çi bû ew edeta bajêr?
Dema li nav civatê ba ji ber yekî diçû, her kes diçû destnimêja xwe teze dikir.
Belê gelî xwînerên berkeftî yên hizir û ramana pak û çalak a Şêx Zubêr, her wekî hingo dibînin, min dest ji siyaset û riyazeta kêşaya, ez dibêjin du zêdek du yeksan e bi yekê û hew.
Go kurekî demjimêra kalikê xwe wenda kiribû, li bin lempeya kuçeyê lê digeriya. Mêrikek ji bo alîkariyê nêzikî wî bû û got:
Xorto, te çiyê xwe wenda kiriye?
Min demjimêra kalikê xwe wenda kiriye, ji bo min qîmeta wê zêde ye, lewma jî ez lê digerim.
Tu baş dizanî ku te li vir xistiye?
Na xalo, ez qet nehatime vê derê, ez dibêjim min li jêra han xist, lê li wê derê lempe nîn e, lewma jî ez hatim ber roniyê da ku baştir bibînim.
Ez bixwe jî êdî nizanim ka em li ku, li çi digerin. Carinan dema ez bala xwe didim rewşa dinyalixê, ez dibêjim qey me aş berdaye, em bi pey çeqçekê ketine.
Dibêjin, emrê leglegê çû bi leqleqê, belkî meseleya me jî ev be gelî xwaher û biraderan. Heta nivîseke din bi xatirê hewe!


