MSD: Terorîzm careke din dê li deriyên cîhanê bixe

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hişyarî da ku piştî berdana çeteyên DAIŞê metirsiya vegera terorîzmê heye.

1 deqe xwendin
MSD: Terorîzm careke din dê li deriyên cîhanê bixe

MSD di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, hişyarî da ku kuştina şervanên jin ên dîlgirtî yên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û serbestberdana çeteyên DAIŞê dê terorîzmê vegerîne û ev yek dê bibe xeteriyeke rasterast li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî.

MSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro "ne bijarteyeke siyasî ye", lê berpirsiyariyek exlaqî û mirovî ye ji bo pêşîgirtina li vegera terorîzmê, parastina sivîlan û parastina aramiyê.

MSDê diyar kir ku paşguhkirina "van xetereyan dê bihêle ku terorîzm careke din li deriyên cîhanê bixe."

Daxuyaniyê wiha domand: "MSDê li aliyekî banga diyalog û danûstandinê di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û HSDê de dike, lê ew kiryarên hovane yên ku ji hêla hêzên desthilata Şamê ve têne kirin, şermezar dike."

MSDê  daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir "Ji ber israra Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser çareseriyên leşkerî, MSD diyar dike ku divê berxwedana rewa berdewam bike ji bo parastina azadî û rûmetê û ji bo Sûriyeyek demokratîk, piralî, nenavendî û ewle ji bo hemû welatiyên wê."