Mûstafa Karasû: Newroza îsal bi ruhê Yekîtiya Neteweyî hat pîrozkirin
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû ji bo Newroza îsal got: “Her Newrozek xwedî armancekê ye. Di her Newrozê de kongreyeke gelê kurd tê pîrozkirin. Di wê kongreyê de, biryar tên dayîn, tê nîşakirin ku wê ewsal bi kîjan armancê derbas bibe. Newroza îsal jî weke azadiya Rêbertî û Yekîtiya Neteweyî ya kurd hat pîrozkirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û têkildarî bûyerên di rojevê de ne nirxandinên girîng kir. Hevpeyvîna Mûstafa Karasû ya der barê Hefteya Qehremaniyê û pîrozkirina Newrozê wiha ye:
Cejna Newrozê li her derê bi coşeke mezin hate pîrozkirin û hîn jî tê pîrozkirin. Gelo we coşa Newroza îsal çawa pêşwazî kir?
Destpêkê ez cejna Newrozê û Remezanê ya Rêber Apo û gelê me pîroz dikim. Ev hêvî dikim ku cejna Newrozê û Remezanê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê. Ez şehîdên me yên mezin ên Newrozê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel, Bêrîvan, Ronahî, Sema Yuce bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dîsa ez hevrê Sînanê Sor ê ku sala 2019an li Qendîlê şehîd bû, Serhat Varto, Serhat Şafak, Navdar Sinegir û Şiyar Feraşîn ê ciwan jî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bêguman di Newrozê de şehîdên me pir çêbûne. Ez hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez hevrê Ahmet Kurt, Selman Dogru û Mehmet Kurt ên ku 28ê Adara 1980an li Şikestunê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Weke tê zanîn hevrêyê me Mahsum Korkmaz jî 28ê Adarê şehîd bû. Lewma navbera 20-28ê Adarê weke Hefteya Qehremaniyê hat îlankirin. Ez hemû şehîdên me yên di vê hefteyê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.
Ev Newroz bi rastî jî li çar parçeyên Kurdistanê, li dervey welêt û li her devera ku kurd lê ne, bi rengekî xurt û bi coş hat pîrozkirin. Coşa vê Newrozê cuda bû. Helbet sedemên vê jî hene. Em vê diyar bikin, sedemê coşa vê Newrozê têkoşîna 53 salan e. Bêguman Newroz her tim di dîroka kurdan de hebû. Wê ji vir û şûnde jî hebe. Êdî ne pêkan e ku Newroz ji dîrokê were jêbirin. Lê di salên 1970yan de bi rastî jî qirkirina li dijî kurdan hatî pêkanîn, qirkirina li dijî Newrozê bû. Tê bîra min di sala 1977ê de me li Dîlokê bi rengekî xurt Newroz pîroz kir. Dema me li Dîlokê jî pîroz kir, me ji her derê lastîk kom kirin û agirekî mezin vêxist. Wê demê xelkê Dîlokê mat ma. Bi taybetî jî tirk, jixwe nedizanîn. Kurdan dizanîn lê dîsa ji her derê wisa bi rengekî xurt gurbûna agir, ew mat kiribûn. Yek ji taybetmendiyên din ên wê Newrozê ev bû, agir wisa hatin vêxistin, Cadeya Bankalar hebû, li wir gelek banka hatin bombekirin, di nava vê bombekirinê de Hakî, Kemal û em jî hebûn. Piştî banka hatin bombekirin, li her derê agir hatin vêxistin. Yanî bi vî rengî me xwest Newrozê zindî bikin. Ji wê rojê heta niha, 53 sal in Newroz mezin bû û gihişt roja îro. Hingî ku têkoşîn pêş ket, Newroz hîn coştir hat pîrozkirin. Hingî Newroz bi coş hatin pîrozkirin, helbet vê hêz da Newrozê jî û em hatin Newroza 2026an. Her Newroz jixwe mîna kongreyeke gelê kurd e. Hemû gelê kurd beşdar dibe, hest û fikrên xwe tîne ziman, armancên xwe diyar dike. Ya 2026an jî bi kombûna têkoşîna 53 salan, bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Helbet şehîdên mezin ên Newrozê hene. Bi taybetî sala 1992-93yan rû bi rûyê komkujiyan ma. Di salên 1990î de êrişên pir tund li dijî Newrozê pêk hatin. Ji gelê me yê welatparêz bi sedan kes şehîd bûn. Her Newroz bû serhildan û dijmin tirsiya. Di her Newrozê de dijmin ditirsiya, lewma her der bi leşker û polîsan tejî dikir. Lewma Rêbertî ji gelê kurd re got, gelê Newrozê, gelê serhildanê. Bi rastî jî gelê kurd di salên 1990î de bû gelê Newrozê. Gelê Newrozê jî heta van rojan, têkoşîn geş kir û têkoşîn li çar parçeyên Kurdistanê mezin bû. Gelek pêşketinên girîng derxist holê. Tişta ku bûyî sedem ev Newroz wisa coş derbas bibe, têkoşîna 53 salan e, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me ye.
Niha li Rojhilata Navîn şerekî berfireh heye. Kurd di zanebûna vê jî de ne. Mîna şerê cîhanê yê yekemîn hemû tengavî û zehmetiya şer avêtin ser milê kurdan. Çawa ku Kurdistan hat çar parçekirin, li ser kurdan polîtîkayeke qirkirinê hat meşandin. Êdî kurd bi têkoşîna 50 salan, bi têkoşîna sed salan gihişt zanebûneke diyar. Êdî di şert û mercên şer ê li Rojhilata Navîn de, mîna piştî şerê cîhanê yê yekemîn kurd êdî naxwazin bêazadî û bêstatu bimînin. Kurdan bi vê hişmendiyê ev qadên Newrozê pîroz kirin. Yek ji sedemên girîng ê derbasbûna van Newrozan jî, sekna gelê kurd a di şer de ye. Sekna xwe nîşan da û helwesta xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê nîşanî her kesê da. Helbet vê yekê kir ku Newroz pir coş derbas bibe. Bi rastî jî kurd êdî gelê berê nîne. Veguherî gelekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe. Weke Apoyî û PKKî dema em derketin armanca me ya herî esas ev bû: “Afirandina gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike.” Ji ber ku piştî gelekî ji bo azadiya xwe şer dike hat afirandin, jixwe wê armancên din pêk hatiban. Heta ku gelekî wisa nehatiba avakirin, ti armancên din ên ji bo azadî, demokrasî û statuyê pêk nedihatin. Niha bi rastî jî gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike, hatiye afirandin. Ev destkeftiyek pir mezin e. Niha kurd ne tenê li Rojhilata Navîn, li cîhanê bûye pêşengê gelên ku ji bo azadiya xwe şer dikin. Ev jî helbet sekneke ji aliyê Newrozê ve hatî avakirin e. Mejî û ruhê Newrozê, di heman demê de ruhê azadî û demokrasiyê ye, ruhê serhildana li dijî zilmê ye. Me dît ku tevlibûneke xurt ji bo Newrozê çêbû. Bi vê wesîleyê em hemû gelê me yê ku wisa xurt tevli bûye, pîroz dikin. Em bawer dikin ku ev sekin, helwest û coşa gelê kurd wê teqez Kurdistan û Rojhilata Navîn veguherîne rastiyeke azadî û demokrasiyê.
Tevlibûna gelê kurd û dostên wê ya ji bo Newrozê, çi îfade dike?
Her Newrozek xwedî armancekê ye. Di her Newrozê de kongreyeke gelê kurd tê pîrozkirin. Di wê kongreyê de, biryar tên dayîn, tê nîşakirin ku wê ewsal bi kîjan armancê derbas bibe. Newroza îsal jî weke azadiya Rêbertî û Yekîtiya Neteweyî ya kurd hat pîrozkirin. Mijara azadiya Rêber Apo, pir girîng e. Rêber Apo 27 sal in li girtîgehê ye, ji vî alî ve azadiya rêberekî wiha, Rêberê Gelê Kurd girîng e. Rêbertî hemû temenê xwe da vî gelî. Li cîhanê ti rêbertî wiha jiyana xwe nedayîne armanca xwe. Bi rastiya jî ev rastiya Rêbertî destpêkek e. Mînak e. Divê mirov vê destnîşan bike. Gelê kurd gelek zehmetî bi saya hest û fikrên Rêber Apo derbas kirine. Gelo çima 27 sal in li zindanê tê ragirtin? Ji ber ku ev gel hişyar kiriye, rêxistin kiriye, hêza têkoşînê jê re ava kiriye, 27 sal in Rêbertî li zindana Îmraliyê di şert û mercên herî giran ê tecrîdê de tê ragirtin. Erê, dem bi dem tecrîd hinekî sist dibe, ev jî encama têkoşînê ye. Di encama têkoşînê de dewlet jî zehmetî dikêşe. Dem bi dem Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk bang dike, agirbestan radigîne, li ser vî bingehî hevdîtin çêdibin. Lewma carna tecrîd sist dibe.
27ê Sibata 2025an Rêber Apo banga aştî û civaka demokratîk kir. Ji wê demê ve jixwe şer sekinî. Vê bangê encamên pir girîng derxist holê. Rêber Apo ji bo serxistina vê bangê, pêşniyar kir ku PKK were fesihkirin û têkoşîna çekdarî were rawestandin. Têkildarî vê me gav avêtin. Lê salek derbas bû, ji bo ev pêvajo hîn bêhtir pêş bikeve azadiya Rêber Apo şert e. Gel bi banga ku divê Rêber Apo di şert û mercên azad de bixebite, qadên Newrozê tejî kir. Gel bang li dewleta tirk kir ku heta Rêber Apo azad nebe, ti pirsgirêk çareser nabin. Gel bi vê ruh û hestê qad tejî kirin. Gel êdî naxwaze Rêber Apo li zindanê bimîne. Rêberê Gelê Kurd 27 sal in, li zindanê ye. PKK û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, têkoşîna herî mezin a dîroka Kurdistanê ye. 53 sal in bênavber têkoşîn tê dayîn. Çend nifş di nava vê têkoşînê de mezin bûn. Çend nifş bi zanebûna azadiyê, bi zanebûna azadkirina Kurdistanê mezin bûn. Rêber Apo rastiya civakek wiha afirand. Di vê Newrozê de dirûşmeya ji Rêber Apo re azadî bandorek girîng çêkir. Her kes dizane ku Rêberê Gelê Kurd xwedî hêza çareseriyê, pêşxistina demokrasî, azadî û aştiyê ye. Her kes îrade û hêza biryarê ya Rêber Apo dizane. Lewma gelê kurd dixwaze rêberekî wiha azad bibîne. Bi vê yekê re dixwaze bigihije jiyana azad û demokratîk.
Li aliyê din pêvajoya aştî û civaka demokratîk heye. Gelê kurd destekê dide vê pêvajoyê. Jixwe piştgirî dayîna Rêber Apo, piştgirî dayîna pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Jixwe li qadan dirûşmeyên azadî ji bo Rêber Apo, li her derê hatin berzkirin, ev dirûşmeya herî esas a hemû qadan bû.
Tevlibûna jin û ciwanan a ji bo şahiyên Newrozê, pir balkêş bû. Newroz li her derê bi pêşengiya jin û ciwanan hat pîrozkirin. Ev yek çi nîşanî me dide?
Jixwe di têkoşîna me ya azadiyê de jin û ciwan pêşeng in. Rêber Apo azadiya jinan weke bingehê têkoşînê dît. Jinên kurd bi rastî jî heq kirin ku bibin pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Ya ku di salên 1990î de bûyî sedem ku serhildan xurt derbas bibin, tevlibûna jinan a li serhildanan bû. Sekna jinan a di 8ê Adarê de bandoreke girîng li Newrozê kir. Êdî 8ê Adarê agahiya ku Newroz wê çawa derbas bibin, didin. Bi rastî jî 8ê Adarê, pir zû mizgînî da ku Newroz wê bi rengekî xurt were pîrozkirin. Lewma em jin û ciwanan pîroz dikin.
Jixwe her tim di Newrozan de jin li pêş bûn. Sekin, Deng, cil û bergên neteweyî yên jinan bû çanda Newrozê. Dema Newroz tê gotin, tişta tê aqlê mirov sekna jinan e. Ji ber ku Newroz bûye nirxekî çandî, di vê yekê de rola jinan pir zêde ye. Bi rastî jî jin bi sekin û nêzîkatiyên xwe şêwe didin çand û ruhê kurdî. Jixwe erdnîgariya ku jin lê bûne xwedawend, Kurdistan e. Jin li vê erdnîgariyê heta qonaxa Neolotîk, timî li pêş bûn. Bûye zayenda ku civak afirandiye, jixwe jinan civak afirandiye. Civakîbûna ewilî jî li vê erdnîgariyê şêwe girtiye. Ev kevneşopî roja îro di Newrozê de bi rengekî xurt xwe nîşan dide. Ev pir girîng e. Ev karakterê azadî û demokrasiyê kûr dike. Newroz nîşan dide ku azadî, demokrasî û jiyana nû wê çawa be. Ya ku vê bi rengekî herî balkêş nîşan dide jî jinên kurd in. Bi rastî jî bi rengî ne tenê ji gelê kurd re, ji cîhanê re jî sekneke mînak nîşan dide. Ciwan jî jixwe siberoja gelê Kurd in. Jixwe em jinên kurd di Newrozan de bi rengekî pir xurt dibînin. Ji vî alî ve ev yek ji bo siberojê hêviyê dide me. Bi rastî jî ev sekn û coşa jin û ciwanan a di Newrozê de, hêviyeke mezin dide me, nîşan dide ku em ê siberojê bi ser bikevin. Ti kes bila bêhêvî nebe. Siberoj teqez wê bi pêşengiya jin û ciwanan demokratîk û azad bibe. Vê Newrozê ev yek nîşan da. Li her dera Kurdistanê, li metropolan û li dervey welêt jî me li her derê ev yek dît. Ev yek nîşan dide ku wê siberojê pêşketinên pir girîng çêbibin. Ev xwedî derketina jin û ciwanan, nîşan da ku Rêber Apo ji bo gelê kurd tê çi wateyê. Eger jin û ciwan xwedî li îdeolojiyekê, li rêberekê derbikevin, ev îspatek aşkere ye ku ew rêbertî û îdeolojî wê pêşketinên mezin biafirînin. Divê mirov vê yekê wiha îfade bike.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê li qadan hat xwendin û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Bandora pêvajoya aştî û civaka demokratîk, a li ser vê yekê çibû?
Helbet bandora pêvajoya aştî û civaka demokratîk pir li ser vê Newrozê hebû. Jixwe taybetmendiya îsal a herî baş, pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Ruhê sala 2026an, ruhê aştî û civaka demokratîk e. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk Newroz anî vê rewşê. Ji ber ku ev pêvajo, ne pêvajoyeke ji rêzê ye, pêvajoya azadiya gelê kurd e, pêvajoya bi destxistina xwerêveberiyê ye. Ji ber ku sala 2026an bi van nîqaşan derbas bû, ev Newroz jî wisa xurt derbas bû. Hemû Newroz polîtîk in, lê ev Newroz bi rastî jî di polîtîkbûnê de gihişt lûtkeyê. Divê mirov vê bibîne. Di vî şerê li Rojhilata Navîn de helwesta gelê kurd nîşan da, yekîtiya demokratîk a kurd nîşan da, kurd kir yek. Projeya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo di heman demê de yekîtiya gelê kurd çêkir. Tevî derew û demogojiyên hinek kesan jî, hemû gelê kurd dizane ku serketinek mezin di pêvajoya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo de heye. Eger pêş bikeve, wê serketineke mezin çêbike. Dewleta tirk gelo bi rastî jî wê bersiva vê bide? Yan wê bersiva pêvajoyê nede û xirab bike? Ev mijarek cuda ye. Lê hemû têkoşînên azadiyê dixwazin bi rêya siyaseta demokratîk encam bigirin, ev jî parçeyekî têkoşînê ye. Siyaseta demokratîk, têkoşîna siyasî, lêgerîna siyasî ya çareseriyê, gavek, du gav, sê gav, di dawiyê de ev gav dibin yek û çareseriyek tê dîtin. Ji vî alî ve ev jî têkoşînek e. Yanî lêgerîna siyasî ya çareseriyê jî têkoşînek e. Têkoşîn tenê bi rêbazên leşkerî nayê meşandin.
Pêvajoya aştî û civaka demokratîk bandor kir ku ev Newroz evqasê bi coş derbas bibe. Jixwe peyama Rêber Apo bi rengekî bi coş pêşwazîkirin jî, îspata vê ye. Peyama Rêber Apo ya Newrozê bernameyek bû. Ne tenê peyameke pîrozbahiyê bû. Çareseriya pirsgirêka kurd çawa dibe? Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê çawa çêbibe? Demokratîkbûna Rojhilata Navîn wê çawa bibe? Pirsgirêkên Rojhilata Navîn wê çawa çareser bibin? Di peyama wî ya Newrozê de evane hebûn. Li aliyê din taybetmendiya dîrokî ya Newrozê, li ser esasê xwişk-biratiya gelan e, têkoşîna li ser esasê xwişk-biratiya gelan, têkoşîna li dijî despotan îfade dike.
Bi vê aliyê xwe ve, Rêber Apo diyar dike ku şerên mezheb, netewperestî, şerên têkildarî vê yên li Rojhilata Navîn ne li gorî ruhê Newrozê ye û ruhê Newrozê gelan dike xwişk-bira û li dijî zilmê têdikoşe. Ji ber vê yekê peyama Newrozê ya Rêber Apo pir pir girîng bû. Bernameya çareseriya demokratik bû. Ji bo Rojhilata Navîn bernameya çareseriya demokratik bû. Li Rojhilata Navîn wê gel çawa bigihîjin jiyana azad û demokratik? Ev pir girîng e. Divê em bersiva vê bidin. Helbet wê Tevgera me ya Azadiyê ku tevgera herî xurt ê Rojhilata Navîn e û rêberê wê Rêber Apo bersiva vê bide. Ji ber ku divê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin. Rêber Apo rola Rojhilata Navîn ya di dîrokê de vegot. Erdnîgariyeke ku çandê diafirînê ye. Hatina vê rewşê ya vê erdnîgariyê helbet ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Wê demê divê em ji bo ev erdnîgarî ku çandê diafirîne û dergûşa şaristanî û mirovahiyê ye, vê carê jî bibe dergûşa şariştaniya demokratik, bixebitin. Yek ji armancê ruhê Newrozê ev e. Divê di Newrozê de ev yek were bîra me. Divê di Newrozê de xwişk-biratî were bîra me. Newroza ne cejnekî wisa zuha ye. Newroz li Rojhilata Navîn têkoşîna hevpar a gelan, têkoşîna hevpar a li dijî zilmê û têgihiştina azadiyê îfade dike. Bi vê aliyê xwe ve, Rêber Apo bi peyama Newrozê hemû taybetmendiyên Newrozê daniye holê. Li ser vê bingehê diyar kiriye ku her kes, gel li gorî ruhê Newrozê têbikoşin û tevkarî jiyana azad û demokratik a Rojhilata Navîn bikin.


