MXDŞ: Çareserî azadiya Rêber Apo ye
Meclîsa Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ya li geliyê Kersê bi girseyî daxuyanî da çapemeniyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest.

Rêveberên TAJÊ, Ciwan û hemû saziyên Şengalê beşdarî çalakiyê bûn. Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê Kendal Çiya daxuyanî da. Kendal Çiya, bi şermezarkirina komployê destpê kir û şehîdên di têkoşîna dijî komploya navnetewî de canê xwe fedakirine bi bîr anîn û got: ‘‘Em 27emîn salvegera 15ê Sibatê ya komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo û gelê Kurd şermezar dikin. Bi komployê qirkirina gel û baweriyên Rojhilata Navîn hate hedef kirin. Gelê me ji kêliya destpêkê ya komployê ve armancên pişt komployê fêmkir û kete tevgerê. Hemû şehîdên azadiyê yên di têkoşîna li dijî komployê de canê xwe fedakirine birêzdarî bibîrtînin. Rêber Apo û gelê me bi sekin û têkoşîna xwe ya bênavber, komployê kirin sedema mezinkirina têkoşîneke bênavber a azadî û demokrasiyê. Têkoşîna Rêber Apo, gel û gerîlayên azadiyê, hebûna gelê Kurd û gelên azadîxwaz bi hemû cîhanê da qebûlkirin. Komploger bi girtina Rêber Apo re dixwestin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz tune bikin. Lê bi mezinkirina têkoşînê ev plan têkçû, gelê me xwe zêdetir rêxistin kir û têkoşîna xwe gerdûnî kir.’’
Kendal Çiya, bang li Iraqê kir ku pirsgirêkên civaka Êzidî bi rêyên siyasî û hiqûqî çareser bike û ev hişyarî kir: ‘‘Em bang li dewleta Iraqê dikin ku pirsgirêkên civaka Êzidî û Şengalê bi rêyên hiqûqî û siyasî çareser bikin. Herweha em bang li raya giştî û tevahî civaka Êzidî dikin ku li hember van lîstokan şiyar bin û bêdeng nemînin, ji bo pêşî li fermanên nû venebe.’’
‘Mafê hêviyê nas bikin’
Kendal Çiya xwest mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê naskirin û ev bang kir: ‘‘Dewleta Tirk a di alozî û şerên li herêmê de roleke diyarîker dilîze, divê dawî li siyaseta şer bîne û guh bide bangên Rêber Apo yên ji bo aşitiyê. Rêya çareseriya mayînde û aşitiyeke birûmet jî di azadiya Rêber Apo re derbas dibe. Divê saziyên navnetewî ji bo naskirina mafê hêviyê ji bo Rêber Apo, erkên xwe bicîh bîne. Ji ber heya Rêber Apo azad nebe, wê şer li herêmê bi dawî nebe û hemû gelên me dibin metirsiya qirkirinê de bin.’’


