Navê 11 kurdên li Îranê hatin kuştin eşkere bûn
Nasnameya 11 welatiyên kurd ku li Îranê di êrîşên DYA û Îsraîlê de hatin kuştin aşkere bûn.

Îsraîl-Amerîka 10 rojin li dijî Îranê şer daye destpêkirin. Li gorî wezareta tenduristiyê di 9 rojan de zêdetirî Hezar û 200 kesên sivîl hatin kuştin. Nasnameya 11 welatiyên kurd ku hatin kuştin aşkere bû. Li gorî çavkaniyên navxwe ya Îranê, di encama êrişên hewayî yên balafirên şer yên Îsraîl-Amerîkayê de gelek welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin. Navê 11 welatiyên kurd eşkere bûn. Welatî li bajarên mîna Bokan, Dîwandere, Merîwan û Hemedanin.
Welatiyên hatine kuştin navê wan wiha ne: Semîra Şerîfî, Ferîdûn Emînî, Hamid Seîdî, Suleman Melaweys, Mîran Celîlawî, Ferzad Bazgan, Karan Bazgan, Şayan Mam Selîmî, Erdelan Pakdalî, Peyman Îrfanî, Sirûş Salar Eşayîrî.


