Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryara xwefesixkirinê ya PKKê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryara xwefesixkirinê ya PKKê peyamek belav kir. Barzanî got ku ew piştgiriyê didin biryara xwefesixkirinê û danîna çekan û ev biryar dê rûpeleke nû li herêmê veke.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:“Em piştgiriyê didin biryara PKKê ya xwefesixkirin û danîna çekan û guhdana wê ya banga birêz Ocalan dikin û wê wekî gaveke çarenûsî dibînin ku rûpeleke nû li herêmê vedike. Ev gav nîşana pêgihiştina siyasî ye û rê ji diyalogeke rastîn re vedike ku bihevrejiyanê û aramiyê li Tirkiye û seranserê herêmê xurt dike. Niha dema wê ye û çavên hemûyan lê ye ku ev gava girîng bi gavên din ên erênî û pêwîst ên hemû aliyên têkildar bê bersivdan. Ev zemîneke rast û dirust tîne holê û dibe bingeha aştiyeke mayînde û tevahî ku dawiyê li dehan salên tundî, êş û janan tîne û herêmê ber bi asoyeke nû ya bipêşketinê ve dibe. Her wiha em hemû amadebûna xwe diyar dikin ji bo berdewamiya pêşkêşkirina hemû awayên alîkarî û hevkariyê ji bona serkeftina vê derfeta dîrokî.”


