Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste mafên kurdan werin mîsogerkirin

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî der barê êrişên li ser rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û got: “Pêwîste mafên kurdan û hemû pêkhateyan li Sûriyeyê parastî bin û di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de bên misoger kirin.”

1 deqe xwendin
Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste mafên kurdan werin mîsogerkirin

Êrişên çeteyên DAIŞê, HTŞ û dewleta tirk yên li ser rojavayê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî der barê mijarê de peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî ewil ragihand ku ew amade ne ji bo rawestandina şer û gihiştina bi agirbestê, her cure alîkariyê pêşkêş bikin.

Nêçirvan Barzanî got: “Em li Herêma Federal a Kurdistanê bi dilgiraniyeke mezin li berdewamiya pevçûn û rûbirûbûnên leşkerî yên di navbera hêzên Artêşa Sûriyeyê û HSDyê de dinêrin. Berdewamiya şer û pevçûnan gefeke cidî li ser aramî û ewlehiya Sûriye û herêmê bi giştî dirust dike û metirsiya êrişên DAIŞê tîne rojevê.”

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê di dewama peyama xwe de got: “Em daxwazê ji Hevpeymaniya Navneteweyî dikin ku erka xwe ya di parastina aramiyê û rêgirtina li êrişên DAIŞê de bi cih bîne. Em tekez dikin ku pêwîste mafên kurdan û hemû pêkhateyan li Sûriyeyê parastî bin û di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de bên misogerkirin.”