Nejla Demîr : Newroz mîrateya hevpar a hemû kurdan e

Li Dûtaxê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Parlamentera Agiriyê Nejla Demîrê got: "Silav ji jinên ku li Rojava û li Rojhilatê berxwe didin ku keziyên xwe kirin pira aştî û azadiyê."

1 deqe xwendin
 Nejla Demîr : Newroz mîrateya hevpar a hemû kurdan e

Newroz, li navçeya Dûtax a Agiriyê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li qada Taxa Muratê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê Nejla Demîr, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Agiriyê û gelek welatî beşdar bûn. Dema agirê Newrozê li qadê hat vêxistin, dirûşmeya "Bijî Serok Apo" gelek caran hat berzkirin. Welatî, bi coş govend gerandin. 

 Nejla Demîr ku di pîrozbahiya Newrozê de axivî, got: "Newroz kevneşopî û çanda me ya hezar salî ye. Em kurd, bi hezaran sal in li ser vê axê bi ziman û çanda xwe dijîn. Em bi salan e ji bo jiyaneke azad û wekhev têdikoşin. Ez kesên ku di rêya azadiya kurdan de li ber xwe dan, têkoşiyan û ketin, bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim."

 'Kezî pira azadiyê ye'

 Nejla Demîrê diyar kir ku wan silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandiye û got: "Bi hezaran silav ji jinên ku li Rojava û Rojhilatê li ber xwe didin ku keziyên xwe kirin pira aştî û azadiyê. 'Azadî ji min ewqas dûr e, mîna jiyanekê û azadî ewqas nêzîkî min e ku ez dikarim destê xwe dirêj bikim û wê bigirim.' Rojên borî jî mîna vê helbestê ne; azadî hem nêzîkî me ye û hem jî dûrî me ye. Her ku em li ber xwe didin, em nêzîkî azadiyê dibin."

 'Newroz mîrateya hevpar a hemû kurdan e'

 Nejla Demîrê rexne li Hevşaredarê Dutaxê Fevzî Sayan kir ku ji DEM Partiyê îstifa kiriye û got: "Hevalên me bi rojan bê westan ji bo pîrozbahiya Newrozê xebitîn û em spasiya wan hemûyan dikin. Lêbelê, şaredarê Dutaxê xwest pîrozbahiyê têk bibe. Newroz, mîrateya hevpar a hemû kurdan e. Hûn nikarin agirê Newrozê ku li Dutaxê vêdikeve vemirînin. Xelkê rêzdar ê Dutaxê dê agirê Newrozê vêxe û gur bike; ew ê yekîtî û hevgirtina xwe xurt bike."

Pîrozbahî bi govendê û stranên ku ji hêla koma muzîkê ya herêmî Koma Devrîm ve hatin gotin bi dawî bû.