Nêrgiz Mihemedî bi kefaletê hat berdan
Girtiya nexweş Nêrgiz Mihemedî, ji bo tedawiya nexweşiyê, bi kefaletê hat berdan.

Ji bo tedawiya Nêrgiz Mihemedî ku sala 2023yan hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin, Îranê ew bi kefalet berda. Di daxuyaniya Weqfa Nêrgiz Mihemedî ya 10ê gulanê de hate ragihandin ku aktivîsta mafên mirovan bi ambûlansê ji bo nexweşxaneyek li Tehranê hat veguhestin.
Hat gotin: "Beşeke girîng a cezayê Nêrgiz Mihemedî bi berdêla kefaleteke girîng hatiye taloqkirin." Weqfê diyar kir ku divê aktivîst ji aliyê tîma wan a tenduristiyê ve bê dermankirin.
Nêrgiz Mihemedî ya 53 salî beşeke mezin a bîst salên dawî ji ber karên xwe yên mafên mirovan di bin çavan de û li girtîgehê derbas kir. Li gorî nûçeya ku ji aliyê parêzeran ve hat ragihandin, Nêrgiz Mihemedî dema li Girtîgeha Zencanê dihate ragirtin 24ê adarê û 1ê gulanê du caran krîza dil derbas kir.


