Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

Malbata Nêrgiz Mihemedî ragihand ku Nêrgiz Mihemedî dijî girtin, binçavkirin û neheqiyê dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

1 deqe xwendin
Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

Malbata xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî, di hesabê tora civakî yê Nêrgiz Mihemedî de derbarê rewşa Nêrgiz de peyamek belav kir.

Li gorî peyama hatî belavkirin, Nêrgiz Mihemedî serê vê mehê ve dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hate gotin ku Nêrgiz dijî binçavkirina xwe, neheqî û girtina xwepêşanderên gelên Îranê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Li gorî peyama hatî belavkirin, Nêrgiz dijî destûr nedana hevdîtina bi malbatê re nerazîbûn nîşan daye û dijî zextan rabûye.

Hêjayî gotinê ye di 12ê kanûna 2025an de li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna parêzer Xesrew Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin.