Newroz hat bi awirên xwe yên Medyayî!

Berê dema ku dewleta tirk û hevkarên wê kurd nas nedikirin, mînak dema ku di pêşbaziyan de Dêrûl Zehferan dihat pirsîn digotin; “Li Artvînê ye” li zora min diçû lê niha li xweşa min diçe û dibêm;...

1 deqe xwendin
Newroz hat bi awirên xwe yên Medyayî!

Berê dema ku dewleta tirk û hevkarên wê kurd nas nedikirin, mînak dema ku di pêşbaziyan de Dêrûl Zehferan dihat pirsîn digotin; “Li Artvînê ye” li zora min diçû lê niha li xweşa min diçe û dibêm; “Eynî wiha! Nizanibin! Lew ev der ne welatê we ye, hezar sal jî derbas bibin, hûn ê xerîb û nezan bin li ser vê axê, vî welatê.”

Îja niha mesele befr e. Heta li Stenbolê befir nebare zivistan nayê û befir “ewqas nabe befir” qedirbilind nabe, nayê pîrozkirin lê welatê Celadet û Zerîfeyan zûde di bin befrê de ye, spîtahiya tevî gerdûnê li xwe pêçaye. Îja ev jî li xweşa min diçe, dibêm; “Rast e, befra we, zivistana we nû tê! A welatê çiyayan ne ya we ye!”

Lê niha mijar Newroz e û awirên Newrozîn! Dixwazim îsal Newrozê bi awirên Newrozîn ên ji hezaran salan berê pîroz bikim. Çawa! Mixabin em nikarin (an jî em hêj nikarin) xwe wek gulokek berfrê bigindirînin û biçin ba Kawayên Hesinkar û jinên li wê heyamê (her çiqas dîroka fermî qet behsa jinan neke jî di herheyamê de jin hebûne ku nebûna dê Kawayê Hesinkar jî çênebûya ne jî mezin bûbûya) lê em nikarin bi awirên wan ên Newrozîn ku bûne agirê azadiyê dîroka berî Hz. Îsa 640’î hîs bikin an jî xeyal bikin. Mînak; niha Kawayê Hesinkar û gelê xwe li ser bircên ku êdî ne yên zordestiyê ne, digel agirê geş li me mêze dikin. Em çawa dixwiyên? Ji wir û vir çawa diweze vejen (enerjî) çavên me çi dibêjin ji wan re? Rûyê me, dengê me, dilê me, meşa me, zimanê me?

Tiştên ku guherîne çi ne, yên mane çi ne. Yan jî çi ji me çûye, çi maye? Wekî gelek; welatek, yeko yeko kurdek em çiqas Newrozîn in êdî, çiqas belengaz, biyan asîmîlebûyî û dûrhez. Ferqa di navbeyan Dehaqên niha û yên hingê de çi ne? Wan çawa xwe rizgar kir, em çima hê jî nikarin dawî li her cureyên Dehaqan bînin û bibin Newroz! Jixwe wayê Mazlûm, Zekiye û Ronahî li wir in lew wan xwe gihand wê heyamê jî. Mifteya demê agir bû, wan ew mifte ji canê xwe çêkir û hem deriyê pêşerojê hem jî yê paşerojê ji xwe re vekir.

Agir jî li me