Newroz rengê jinan, giyana azadiyê ye

Li zindanê jî çanda Newrozê bi çalakiya heval Mazlûm dest pê kir. Loma Newroz û hemû rojên wiha li zindanê her tim bi wateyên pir kûr û tije tên pêşwazkirin.

1 deqe xwendin
Newroz rengê jinan, giyana azadiyê ye

Mirov di esasê xwe de heyîneke dîrokî û civakî ye. Civak di wateya berfireh de çandê îfade dike. Çand di baregeha azadiyê de pêkhatina heqîqeta civakî ye. Newroz ji bo me kurdan û hemû gelên din ên newrozî rastiyeke wiha ye.

Wekî kurdên ku pêncî sal in bi awakî bi têkoşîna azadiyê re dimeşin, her yek ji me xwediyê çîrokeke Newrozê ye. Li hin herêmên Kurdistanê agirê Newrozê qet netefiyabû, wekî çandeke qedîm her hatibû jiyîn. Lê li hin herêman ne tenê zanîna wê, çanda pîrozkirinê û navê Newrozê jî hatibû jibîrkirin.

Ji bo ku haya mirov ji destkeftiyên tekoşînê hebe, hişmendiya dîrokî girîng e. Wekî bîranîneke xwe ya pêkenînê jî bêjim; li herêma me çanda pîrozkirina Newrozê nemabû. Berî salên 80yî ku şoreşgerên Kurdistanê ketin herêmê, gelê herêmê ji nû ve bi dîroka û çanda xwe hesiya. Li gorî ku tê bîra min sala 78an bû. Xwarziya min bi kelecan û şaşwazî qal dikir, digot; “Telebe hatin, tekerên gund ên kevin kom kirin, agir dadan. Me bi destê hev girt û li dorê doş bûn. Me got; bijî Newroz, bimire mêtingerî”.

Beşeke gelê kurd a mezin wisa li çanda xwe ya dîrokî vegeriya. Yên ku berê pîroz dikirin jî wate û giyana Newrozê ya azadiyê vejandin. Heval Mazlûm Dogan destpêka vê vejînê ye. Loma navê wî yê din Kawayê Hemdem e. Ev bi tenê gotinek nîn e, wateya wê bixwe ye; zanîna kûr a înşakirina civakê ye. Civak bi çi ava dibe, wate çawa pêk tê, çand û hişmendî çawa dibe malê civakê? Mazlûman ev xet derxist holê, ev rê vekir.

Salên 90î ku têkoşîna azadiyê girseyîtir bû, vî giyanî herî zêde xwe di kesayeta fedayiyên jin de da der. Ji bo agirê Newrozê geş bibe, Zekiye Alkan li ser bircên Amedê, Rahşan Demîrel li Kadîfekaleya Îzmîrê,  Ronahî û Bêrîvan li Ewropayê, Sema Yuce li zindana Çanakkaleyê heman peyam da; Newroza azadî  û wateya azadiyê rengê jînê, rengê jinan û ya ronahiya civakê ye. Ev heqîqet di van mercên dinyaya heyî de bê berdêl û dijwarî ne gengaz e. Herhal dersa herî mezin a ku em ji fedayiyên Newrozê werbigirin ev e. Ji me yên ku îro bi axaftinekê,  nivîsekê, payeyekê,  mertebeyekê dixwazin bibin xwedî rist an jî tiştek, divê bizanibin ku, ew ne li gor şoreşê ye, ew ne li gor azadiyê ye, ne li gor sosyalîzmê û ne li gor çanda Newrozê ya azadiyê ye.

Li zindanê jî çanda Newrozê bi çalakiya heval Mazlûm dest pê kir. Loma Newroz û hemû rojên wiha li zindanê her tim bi wateyên pir kûr û tije tên pêşwazkirin. Wekî hevalên jin, ku piştî heval Sakîne, dîroka me ya zindanê jî bêhtir piştî 90î dest pê kir, me her tim wateyeke pir mezin daye Newrozê û bi ruhê fedekarî û fedaî Newrozê pêşwazî dikir. 

Me ti carê tenê wekî pîrozbahiyekê li Newrozê nenihêrt, ew her tim ji bo me berxwedan û serhildan bû. Newrozê her sal wateyeke girîngtir li jiyana me ya zindanê bar dikir û xebatên me nûjen dikirin. Ango nedihişt di jiyana me de dubare çêbibin. Lewma her sal pêşketinên nû li dîrok û wateya Newrozê zêde dibûn. Her sal girtiyên nû tev li me dibûn û bi Newrozê nifşên nû zindîwer dibûn.

Bi perwerde û guftûgoyan her yekê ji me, ji xwe re hedefên pêşketinê yên azadiyê diyar dikirin. Ne ku tiştekî mecbûrî bû, ji ber ku herkesî wateya têkoşînê û pêşketinê dida Newrozê, loma bi hedef mezin û wateyên giranbuha nêz dibû. Dîroka me ya têkoşîn û berxwedanê bi vê hişmendiyê pêk hatiye. Ango dîrok ne tiştekî ku hatiye jiyîn û derbas bûye, dîrok di îroya me de dijî û siberoja me ava dike. Li kêleka xwendin û nivîsandinê, kûrbûn û hedefên nû, xebatên me yên bernameya çalakiyên pîrozbahiyê jî hebûn. Me ev xebat, bi armanca zindîkirina çand, kevneşopî û watedayîna avakirina kesayeta nû plan dikirin; şano, koro, bêşbazî hwd. Hemû bi vê armancê dihatin amadekirin. Piştî bernameya Newrozê ya fermî, me govend digerand, stran digotin heta em bêhal diketin. Me bi westandineke piralî lê bi aramî û hesteke ajdayî ya nû dest bi rojeke nû dikir. Ji xwe Newroz, nûroj, roja nû ye.

Sedemeke ku zindan evqas hatine tecrîtkirin û dîlên azadiyê di şaneyên yek kesî de tên girtin jî ev e. Ji bo nejiyandina van hestên civakî, dîrokî û çandî ne. Nexwe divê em jî berî herkesî Newroza wan hevrêyan pîroz bikin; Newroza Rêbertiyê û Newroza hemû dîlên azadiyê. Pişt re jî Newroza hemû hevrêyan, gelê me, jinan û hemû gelan. Lewra Newroz cejna gelan, rengê jinan e.

Newroz pîroz be! Bijî Newroz!