Nirxandina romana Hechecîkê
“Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin”Ji deh salan bêtir e ku ez li ser hevwateyên (sînonîmên) kurdî dixebitim.

“Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin”
Ji deh salan bêtir e ku ez li ser hevwateyên (sînonîmên) kurdî dixebitim. Hema hema min hemû ferhengên kurdî li bêjingê xistin û hevwateyên ku li wan rast hatim, min bi awayekî alfabetîk nivîsandin. Piştre roman û berhemên folklorîk ên ku bi dest dixim dixwînim û peyvên ku di ferhengan de tune bin ez kom û tomar dikim. Hevalên ku dizanin ez li pey berhevkirina hevwateyan im, dema ew berhemekê bixwînin û peyvên sînonîm di wan de hebin, min agahdar dikin ku ez wê berhemê bixwînim û sûd û kelk jê bigirim. Du hefte berî niha cîranê min mamoste Ahmed Kanî ji min re got ku “romaneke Îrfan Amîda ya bi navê ‘Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin’ derketiye û gelek peyvên ecêb û giran tê de hene. Heke tu bixwazî ez ê ji te re bînim bixwîne.” Min pirtûk ji mamoste Ahmed Kanî girt. Ev romana ha di sala 2020’an de ji aliyê weşanxaneya Lîsê ve hatiye weşandin. Edîtorê pirtûkê Tehsîn Baravî û sererastkirê wê Seleheddîn Aksoye. Pirtûk ji 11 beş û 216 rûpelan pêk tê.
Min berê çend berhemên mamoste Îrfan Amîda xwendibûn; berhemên wî baş bûn bi kurdiyeke zelal û rewan nivîsîbû. Min bi mebesta ku ez ê careke din bi kêfxweşî bixwînim, çêjeke edebî jê bigirim û hevwateyên hêja bi dest bixim, dest bi xwendina romana Îrfan Amîda ya bi navê “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin” kir. Rûpela yekem ji serî heta dawî teswîr, rûpela duyem, rûpela sêyem, rûpela çarem, pêncem heman teswîr bûn. Lê teswîrên çawa? Gotin li pey hev hatine rêzkirin, çemandin, komkirin, qûçkirin. Wateyên peyv û hevokan nayên fêmkirin. Gelek peyv di ciyê xwe de nehatine bikaranîn. Piraniya hevokan ne hevokên normal in, hevokên berejavî, bêwate û nîvçe ne. Çavên min li wan peyv û hevokên ecêb asê bûn, ziman di devê min de gilor bû û min kir nekir nikaribûm bi pêş ve herim. Hewez û hêza xwendinê bi min re nema û min dev ji xwendina wê berda. Dotira rojê ez poşman bûm û min dîsa dest bi xwendina wê kir. Min bi îşkenceyê beşa yekem qedan


