Nobedarên Tişrînê 4ê Nîsanê pîroz kir

88 roj e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiya nobetê bi rêxistin kiriye.

1 deqe xwendin
Nobedarên Tişrînê 4ê Nîsanê pîroz kir

88 roj e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiya nobetê bi rêxistin kiriye.

Nobedarên Bendava Tişrînê bi boneya 4ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist û derdora bendavê paqij kir. Nobedaran piştgirî da banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Nobedarên bendava Tişrînê bi vekirina pankarta "Rojbûna te rojbûna me ye" û bilindkirina wêneyên Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Di çalakiyê de Mehmûd Qeremox destnîşan got fikrên Rêber Abdullah Ocalan îlhama berxwedanê û têkbirina dijminan daye wan. Mehmûd Qeremox anî ziman ku dê heya bidestxistsina serkeftinê şopdarên xeta Rêber Abdullah Ocalan bin.

Bi navê jinan Cîhan Mihemed jî axivî û got: "Bi ruhê berxwedanê û îradeya azad em 4ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ê ku bûye sembola ramana azad, edalet û wekheviyê pîroz dikin. Bi saya ramanên wî jin ji koletiyê rizgar dibin.”

Piştrenobedaran derdora Bendava Tişrînê û parka wê paqij kirin.