NRC: 300 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Konseya Penaberan a Norwecê diyar kir ku divê Îsraîl demildest fermanên xwe yên valakirinê yên li Bekaa û Beyrûdê betal bike û da zanîn ku di nava 100 saetî de 300 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.

Konseya Penaberan a Norwecê (NRC) diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên hewayî yên li ser Lubananê û fermanên valakirina bi komî di nava 100 saetî de nêzîkî 300 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Êriş piştî êrişa Hizbullahê ya bi roketan a li ser Îsraîlê hatin kirin.
Fermanên valakirinê yên nû yên Îsraîlê li gel bi hezaran gundên li başûrê Lubnanê di heman demê de ji bo Bekaa û taxên başûrê Beyrûdê jî derbasdar in. Ev yek tê wateya ku dibe zêdetirî yek milyon însan ji cih û warên xwe bibin.
Dîrektorê NRCê yê Lubananê Maureen Philippon got: ‘’Malbatên ku nû dest bi avakirina jiyana xwe kiribûn careke din neçar dimînin ku ji cih û warên xwe bibin. Însan neçar man ku nîvê şevê bêyî ku tiştekî xwe bigirin li ba xwe, xaniyên xwe terikandin. Welatiyên sivîl bedêlên herî giran didin. Ger ev fermanên valakirinê werin sepandin dibe ku rê li ber krîzeke mirovî ya ku ev du sal in em nebûne şahid, veke.’’
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rayedarên lubnanî dan zanîn ku ji roja duşemê ve ye herî kêm 217 kes hatine kuştin, 798 kes birîndar bûne û li seranserê welêt jî zêdetirî 529 êrişên Îsraîlê çêbûne.


