Rûsya li ser peyman û qewlê xwe nasekine

Tê zanîn ku 9’ê cotmeha 2019’an, Tirkiyeyê êrîşî bajarên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê Serêkaniyê û Girê Spî kiribû û ew dagir kiribûn.

1 deqe xwendin
Rûsya li ser peyman û qewlê xwe nasekine

Tê zanîn ku 9’ê cotmeha 2019’an, Tirkiyeyê êrîşî bajarên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê Serêkaniyê û Girê Spî kiribû û ew dagir kiribûn. 17’ê cotmeha 2019’an jî bi DYA’yê re peymana Enqereyê û 22’yê cotmeha 2019’an jî bi Rûsyayê re peymana Soçiyê îmze kiribû. Serê hefteyekê ye jî êrîşê Eyn Îsayê dike û tevî ku Rûsya garantorê agirbesta li Soçiyê ye jî bi tu awayî peywira xwe ya garantoriyê bi cih nayne.

Der barê êrîşên li ser Eyn Îsayê û bêdengiya civaka navneteweyî û dewletên rojavayî de, me bi Endamê Meclisa Giştî ya PYD û Mekteba Ragihandin û Lêkolînan Qahreman Mûamed re axivîn. Qahreman Mûamed di axaftina xwe de da zanîn ku dewletên navneteweyî 8 sal in li hember êrîşên li ser Rêveberiya Xweser tenê bi daxuyanî û gotinên sembolîk bertek nîşan didin û ji bo vê yekê jî Tirkiye êrîş dike.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Qahreman Mûamed der barê Eyn Îsayê de diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê ne ji 9’ê cotmeha 2019’an ve ji destpêka krîza Sûriyeyê ve û heta roja me ya îro jî berdewam dikin ûwiha got: “Bi van êrîşan dewleta tirk dixwaze barê Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve giran bike û ji aliyê navnetewî ve jî rewşê xirab û zahmetir bike. Yanî armanca dewleta tirk tim dagirkerî ye. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê, dixwazê tevî dagir bike. Vê yekê jî bi rêya çete û opozisyona bi destê xwe çêkirî, dike. Armanca Tirkiyeyê di destpêka krîza Sûriyeyê de ew bû ku rejîma Baasê bişikîne, lê piştre wek tê zanîn armanca wê guherî û niha jî hewl dide hêza Rêveberiya Xweser ji holê rabike û bandora wê bişikîne, kontrol bike. Ji ber vê jî bênavber êrîş dike û dixwaze kontrolê bi dest bixe. Mînakên vê jî ji dagirkirina Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî, Cerablus, Ezazê ne. Li gor armanca Mîsakî Mîllî tevdigere. Sedema duyem jî ew e ku beriya Joe Biden dest bi kar bike dixwaze hin deverên din jî bi dest bixe ku hin mafan bixwe re bibîne. Nêzîkaiyên dewletên wekî DYA’yê jî wisa ne. Te çiqas erd bi dest xistibe, te çiqas dagir kiribe ewqasî dikarî bibî xwedî maf. J