Nûnerên kurdan êrîşa li dijî Duhok û Hewlerê şermezar kirin
Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî, Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Serokê YNKê Bafil Talabanî êrîşa li dijî mala Neçîrvan Barzanî şermezar kirin piştgiriya xwe ya Barzanî anîn ziman.

Li bajarê Dihokê bi droneke bombebarkirî êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat kirin û dironek jî hat xistin. Serokwezîrê Iraqê jî bi telefonê li gel Barzanî axivî û biryar da ku ji bo lêpirsîna bûyerê komîsyonek lêkolînê were avakirin.
Piştî bûyerê nûnerên kurdan daxuşanî dan û êrîş şermezar kirin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û piştgiriya xwe nîşan da.
Dîsa li aliyê din Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan êrîşên hêzên girêdayî Îranê li ser Dihok û Hewlêrê şermezar kirin û peyama piştevaniyê dan rêveberiya Başûrê Kurdistanê.
Serokê YNKê Bafil Talebanî jî bi daxuyaniyek êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir û got ku pêwîste pêşî li hewldanên zêdekirina aloziyan were girtin.


