NY: Di 2024an de 50 hezar jin û zarok hatine kuştin

Komîserê Pilebilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk diyar kir ku tundiya ku li seranserê cîhanê li dijî jin û zarokan zêde bûye û got: “Di 2024an de 50 hezar jin û zarok hatin kuştin.”

1 deqe xwendin
NY: Di 2024an de 50 hezar jin û zarok hatine kuştin

Komîserê Pilebilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk anî ziman ku di 2024an de nêzîkî 50 hezar jin û zarok ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hatine kuştin. Volker Turk destnîşan kir ku piraniya van di tundiya navmalbatî de hatine kuştin. 

Volker Turk di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tundiya li ser jinan û kuştina jinan krîzeke mafên mirovan a lezgîn e û got ku divê hikûmet, saziyên navneteweyî û rêxistinên civakî tevdîrên baştir bigirin. Volker Turk piştre anî ziman ku tundiya li ser jin û zarokan bes ne êrîşên fîzîkî ne di heman demê de tundiya derûnî, aborî û dijîtal jî di nava xwe de dihewîne. Volker Turk diyar kir ku tundiyên bi vî rengî azadiya jinan, ewlehiya wan û têkariya wan a li ser civakê asteng dikin.

 Daneyên ku ji aliyê Ofîsa Sûc û Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî û UN Womenê (UNODC) ve hatine parvekirin nîşan didin weke ku di sala 2024’an de her roj 137 jin hatine kuştin û piraniya vê tundiyê ji aliyê derdora nêz ve hatiye kirin. Lêkolîn diyar dikin ku ji ber cudahiya berhevkirina daneyan ya di navbera welatan de dibe ku ev hejmar zêdetir bin.

 Di raporê de tê dubarekirin ku pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan weke ‘’berpirsiyariyeke lezgîn a kûrewî’’ ye. Volker Turk daxwaz kir ku civaka navneteweyî mekanîzmayên parastinê yên xurttir, pergaşên edaletê yên bibandor û pêvajoyên berhevkirina daneyan ên berfireh werin avakirin. Her wiha Volker Turk di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dabînkirina nûnertiya wekhev a jinan a di jiyana aborî û siyasî de li hemberî kokên tundiya li ser jinan perçeyeke girîng a çareseriya demdirêj e.