NY: Divê em maf û edaletê biparêzin
Rapora Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku qanûn ji bo parastina mafên jinan û berdewamiya tundî, cudakarî û dûrxistina ku dighîje qada dîjîtal û herêmên pevçûnê, têr nakin û got ku divê ev let li ber çav bê girtin.

Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî duh, bi armanca Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, raporek bi sernavê "Mîsogerkirin û pêşvebirina gihîştina edaletê ji bo hemû jin û keçan" weşand. Rêxistinê hişyarî da ku bi tevî derxistina qanûnên edaletê ji bo parastina maf û serweriya qanûnê, parastina jin û keçan jî têk çûye.
Raporê tekez kir ku gelek qanûn hê jî tecawizê wek sûc nas nakin û ew wek çekek şer tê bikaranîn. Her wiha bûyerên tundiya zayendî yên hatine ragihandin di tenê du salan de bi rêjeya ji sedî 87 zêde bûne. Li gorî qanûnên neteweyî, li dora sê ji çar welatan hê jî keçek dikare bi zorê bê zewicandin.
Rêvebira Cîbicîkar a Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sîma Bahous di raporê de diyar kir ku dema jin û keç ji edaletê bêpar dimînin, zirar ji her dozek takekesî derbas dibe, sazî rewatiya xwe winda dikin û serdestiya hiqûqê qels dibe. Sîma Bahous banga "bi hev re tevbigerin, dengê xwe bilind bikin, maf û edaletê biparêzin û bixebitin da ku her jin û keç bikarin di ewlehiyê de bijîn, ramanên xwe bi azadî bînin ziman û li ser bingehek wekhev bijîn” kir.
Raporê nîşan da ku pêşveçûn mimkun e, ji ber ku ji sedî 87ê welatan di 10 salên dawî de ji bo têkoşîna li dijî tundiya navmalî qanûn derxistine û zêdetirî 40 welatan di warê parastina destûrî ya jin û keçan de parastina wan xurt kirine. Lê belê, wê tekez kir ku tenê qanûn têr nakin û sedema vê yekê bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku normên civakî yên cudakar ên wekî stîgma, sûcdarkirina qurbaniyan, tirs û zexta civakî berdewam dikin ku mexdûrên şîdetê bêdeng bikin û edaletê asteng bikin.”
Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê rastî 8’ê Adarê tê û di bin dirûşmeya "Maf, Dad, Kar, ji bo hemû jin û keçan", rêxistina jinan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de daxwaza kiryarên lezgîn û biryardar kir. Di nav van kiryaran de, bidawîanîna bêcezatiyê, parastina serweriya qanûnê û pêkanîna wekheviyê li ber qanûnê hene.


