NYê xeterî aşkera kir: Piştî HSDê DAIŞ çi dike?
Cîgirê Giştî yê Ofîsa Dij-Terorê ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku DAIŞ ji rewşa Sûriyeyê û Afrîkayê sûd werdigre û tevlêbûna çeteyên biyanî li nava refên wê berdewam dike.

Cîgirê Giştî yê Ofîsa Dij-Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Alexander Zuev li pêşiya Konseya Ewlekariyê anî ziman ku xetereya DAIŞê zêdetir bûye, çekdarên terorist tevlî wan dibin û teknolojiya nû bi kar tînin. Alexander Zuev wiha got: “DAIŞ pereyan bi rêyên ne zagonî kom dike, bacên ne qanûnî ferz dike û mirovan direvînin da ku pere ji malbatên wan bigire.’’
‘Li Sûriyeyê tevgera DAIŞê didome’
Her wiha Zuev diyar kir ku tevgera DAIŞê li Sûriyeyê û Iraqê berdewam dike û wiha got: ’’Rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê ne aram e. DAIŞ valahiya di rêveberiya Sûriyeyê de bikar tîne û mezhebperestî dide pêş.’’
Alexander Zuev di berdewamiya gotinên xwe de balkişand ser rewşa qampên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi bîr xist ku piştî êrişên vê dawiyê yên komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piranî jin û zarok bi hezaran kes li qampan zehmetiyê dikşînin. Her wiha anî ziman ku av û xwarin nikarin bi rehetî peyde bikin û aliyê tenduristî û perwerdeyî kêm dimîne.`
‘Piştî vekişîne HSDê pirsgirêk zêde bûn’
Alexander Zuev got 21ê çileyê piştî HSDê xwe ji qampa Holê vekişand êdî pirsgirêkên ewlehî û mirovî gelekî zêde bûne. Zuev anî ziman ku tevgerkirina DAIŞ li Afrîkayê, bi taybet li rojavayê Afrîkayê û peravê zêde bûye û xetereya DAIŞ-Xirasan a Afganistan hîna berdewam dike.
‘Balefirên bêmirov bikar tîne’
Têkildarî rêbazên nû yên DAIŞê û bikaranîna wê ya teknolojiya jî Zuev wiha got: “Ji ber têkoşîna li dijî terorê komên mezhebperest êdî medya diîtal, balafirên bê mirov, bernameyên zekaya çêkir û teknolojiya nû bi kar tînin. Zekaya çêkir ew zêdetirî xwe ji bo ciwan tevlî wan bibin, didin bikaranîn.’’
Alexander Zuev ji hemû welatan xwest ku qanûnî û li ser bingehê mafên mirovan ên neteweyî hemû welatiyên xwe ji kamp û navendên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi ewle û dildarî vegerînin. Her wiha Rêvebera Giştî ya Komîteya li Dij-Terorê Natalya Ghirman jî anî ziman ku ew têkildarî vê mijarê gelekî dixebitê û ji bo cîhaneke bêteror çêbibe pêdivî bi alîkariyeke navneteweyî heye.


