Wezîrê Derve yê Fransa û Mazlûm Ebdî dicivin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku ew dê li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re bicive.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li qesra Tişrînê ya Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed El Şîban re civiya. Barrot piştî hevdîtinê, daxuyaniyek da çapemeniyê û got lihevkirina HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji bo pêşxistina mafên bingehîn ên gelê kurd gavekî girîng e.
Noel Barrot û Mazlum Abdî li Hewlêrê bicivin
Her wiha Barrot di daxuyaniyê de agahî da ku ew ê îro li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re vê lihevkirinê binirxîne. Jean-Noel Barrot got, hevkariya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û HSDê wê têkoşîna li hemberî DAIŞê xurtir bike û ev mijar ji bo Fransa di rêza yekem de ye.
Derdê Fransayê yê sereke DAIŞ e
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê anî ziman ku ji bo Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê karê xwe berdewam bike ew ê ji hemû aliyan ve alîkar bin û Fransa li pişta gelê Sûriyeyê ye ku îro derfet çêbûye pêşerojeke nû ji bo Sûriyeyê ava bikin.


