Odeya Bijîşkan a Amedê xelatê diyarî Sirri Sureyya Onder kirin
Odeya Bijîşkan a Amedê bi munasebeta Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ku her sal tê dayîn, civîna çapemeniyê li dar xist. Odeyê, xelata îsal ji ber xebatên aştî, dostanî û demokrasiye diyarî li Sirri Sureya Onder ê di xebata Şandeya Îmraliyê de cih digirt û di pêvajoyên hevdîtinan de jiyana xwe ji dest da, kir.

Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî Xelatê Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ku her sal tê dayîn li avahiya xwe ya girêdayî navçeya Bajarê Nû yê Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Odeyê tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî endama reveberiya odeyê Hîcran Îzcî Yildiz xwend.
‘Xelat di têkoşîna aştî û demokrasiyê de dilopek e’
Beriya ku daxuyanî bê xwendin Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen tekildarî xelatdayînê axivî û wiha got: “ Di sala 1995an heya îro em wek odeya bijîşkên Amedê xelatên aştî, dostanî û demokrasî didin. Ev xelat ji bo me gelek giring e. 30 sal e em pê bawerin ku ev xelat din ava têkoşîna atşî û demokrasiye wek dilopek cih digire. Salên 90î ev xelat pêwîst bû, ji ber ku wê demê mafê mirovan û tendurîstiyê dihatin binpêkirin. Em ê çi dest me were ji bo aştî,dostanî û dostaniyê bikin, xelatên xwe bidin.”
‘Civak ji şer, pevçûn û cihêakariyê derbeyên giran dixwin’
Hîcran Îzcî Yildiz da zanîn ku ew wek Odeya Bijîşkan a Amedê, bi mebesta piştgiriya kes û saziyên ku piştgiriya têkoşîna mafên mirovan, demokrasî û aştiyê dikin, her sal bi awayekî kevneşopî ‘Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê’ didin û ev tişt gotin: “Ev xelat, ne tenê nîşaneya pesendinê ye, di heman demê de îfadeya girêdayîna me ya bi rêgeza jiyaneke ku li ser bingeha aştiya civakî, piralîbûn, werseriya hiqûqê û rûmeta mirovahiyê ava bûye ye. Yek ji diyardeyên herî bingehîn ên tenduristiya aştî ye. Di wan civakên ku şer, pevçûn û cihêkarî tê de serdest in, ne tenê rewşa fîzîkî, rewşa başbûna derûnî û civakî jî derbeyên giran dixwe. Di wan serdemên ku azadiya derbirînê, siyaseta demokratîk û mafên mirovan di bin zextan de ne, parastina aştî û demokrasiyê, di heman demê de parastina tenduristiya gel e. Bi vê hişmendiyê, em mil bi mil sekna li cem kes û saziyên ku rêbazên çareseriya aştiyane, diyalog û îradeya jiyana hevpar xurt dikin û wek berpirsyariyekê dibînin.”
Xelatê diyarî li Sirri Sureyya Onder kirin’
Di dawiya daxuyaniyê de Hîcran Îzcî Yildiz destnîşan kir ku kesên ji bo aştî, demokrasî û dostaniyê têdikoşin hêjayî xelatê tên dîtin û wiha got: “Xelata Aştî, Demokrasî û Dostaniyê ya sala 2026an ji ber hewldanên wî yên di warê siyaseta demokrasî, aştî û diyaloga civakî de ji Sirri Sureyya Onder re û ji ber xebatên wê yên ku jiyana xwe terxanî tenduristiya gel, wekheviya civakî û mafên mirovan kiriye, ji Dr. Gisela Penteker re bê dayîn. Sirri Sureyya Onder, bi xebatên ku bi salên dûr û dirêj di qada siyaseta demokratîk de meşandine, bi bangên xwe yên ji bo aştiya civakî û bi hewldanên xwe yên ji bo sazkirina diyalogê di pêvajoya aştiyê de, tevkariyê li zindîhêştina hêviya aştiyê ya li Tirkiyeyê kiriye. Helwesta wî ya ku li şûna pevçûnê muzakereyê, li şûna cemsergiriyê pêkvejiyanê diparêze. Di warê xurtkirina nirxên demokratîk de mînakeke girîng nişan dide.
Xelat dan Dr Gisela Pentekerê jî
Gisela Penteker, pîşeya bijîşkiyê ne tenê weke qadeke xizmetguzariya klînîkî dîtiye, bi têgihiştineke ku tenduristiyê bi rehendên wê yên civakî, çandî û siyasî dinirxîne, xebat meşandine. Keda wê ya di mijarên gihîştina komên dezavantaj a li xizmetguzariyên tenduristiyê, polîtîkayên tenduristiyê yên wekhevîxwaz û nêzîkatiya tenduristiyê ya li ser bingeha mafên mirovan xebata aştî û demokrasiyê ya di qada tenduristiyê de berçav dike.”


