OHD ji bo 'Mafê Hêviyê' meşiya

Endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) bi dirûşma 'Bila mafê hêviyê tavilê bê bi cihanîn' meşek lidar xist.

1 deqe xwendin
OHD ji bo 'Mafê Hêviyê' meşiya

Meşê ji ber Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê destpê kir û heta ber Edliyeya Amedê bi dawî bû. Li gel parêzeran nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî beşdarî meşê bûn. Rêveberên OHDê xwest biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a têkildarî mafê hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin.  Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter diyar kir ku ev maf di navenda Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ye û xwest biryarên DMMEyê zû bi cih bînin. 

Ekîn Yeter bang li Meclîsa Tirkiyeyê û Wezareta Edaletê kir ku ji bo misogerkirina mafê hêviyê sererastkirinên qanûnî bikin û got: “Ev gav ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê mercê bingehîn e.”

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî got: "Mafê hêviyê ne yê kesekî bi tenê ye, mafê her kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn e" û diyar kir ku divê di mewzûata têkildarî înfaza ceza de guhertin bê kirin.

Meş bi dirûşman bi dawî bû.