PAJKê boneya 21ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand

PAJK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku jinên kurd mîna di 8’ê Adarê de dê di Newrozê de jî bibêjin “Niha dema jinê ye” û pêşengtiya çalakiyan bikin

1 deqe xwendin
 PAJKê boneya 21ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) bi boneya 21ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand. 

Daxuyaniya PAJKê ku li malpera wê ya înternetê pajk.online hate weşandin wiha ye: 

“Em Cejna Newrozê ya ku li dijî zilmê berxwedanê, li dijî tarîtiyê ronahiyê, li dijî serdestiyê mizgîniya bihara gel û jinan dide, di serî de li gelê Kurdistanê û li hemû gelên Mezopotamyayê pîroz dikin. Newroz têkoşîna gelê kurd a di bin pêşengiya jinan de tenê ne cejneke e, bûya sembola vejîn, berxwedan, ji nû ve zayîn û navê jiyana azad. Di şexsê hevrê Zekiye Alkan, Rehşan Demirel, Mazlum Dogan, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan de yên ku di rêya afirandina jiyanek azad de bedena xwe veguherandina agirê Newrozê, hemû şehîdên xwe yên Newrozê bi rêz û mînetdarî bi bîr tînin. 

Îsal, em di serdemeke welê de Newrozê pêşwazî dikin ku bi bûyerên çarenûsa Kurdistanê diyar bike diqewimin. Gelê kurd careke din li dijî hêzên serdest ên ku statuya wan paşguh dikin rabûye ser piyan, yekitiya xwe ava kiriye û ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê seferber bûye. Berxwedana jinên kurd çalakiyên kûrewî bandor kir. Li hemberî pergala zordar û dagirkeriyê berxwedaniya xwe kêlî bi kêlî hûnandin. Rêber Apo ku mîmarê şoreşa me ye gelê kurd li dora van nirxên hevpar kir yek û bi şoraşa jinan re rizgariya demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn veguherand sîsemekê, berpirsyartiya van pêşketina dubare hilgirt ser milê xwe; gelê kurd ji lepên qirkirinê rizgar kir û di Rojhilata Navîn de kir hêza herî diyarkar. Bi bangewaziya xwe ya aştî û civaka demokratîk re mizgîniyek nû daya gelê kurd. Ji bo hemû gel bi hev re azad û di nav derfetên jiyanek wekhev û demokratîk de bijîn manîfestoya xwe bi vê bangawaziyê pêş xist. Bi vê wesîleyê em Newroza Rêbertiya xwe yê ku her tim bi pêşketinên nû biharê bi me dide jiyandin pîroz dikin.

 Banga 27ê Sibatê

Banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê dikeve sala xwe ya duyemîn. Piştî Newrozê, dewleta Tirkiyeyê bi îhtîmaleke mezin dê qanûnên entegrasyona demokratîk bîne rojeva Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM). Mafê hêviyê û bicîhanîna biryarên DMME û Dadgeha Destûrî jî di rojeva wan de ne. Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê qanûnên ku rê li ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekin werin derxistin û statuya muzekerevanê me yê sereke Rêber Apo were zelalkirin. Em jin jî dê bi têkoşîn û çalakiyên xwe vê Newrozê bikin Newrozeke ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dike.

 Geşedanên lİ Rojhilata Navîn

Em îsal bi kaosa Rojhilata Navîn re dikevin Cejna Newrozê ya ku ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn sembola vejînê ye. Ji aliyekî ve polîtîkayên hêzên statukoparêz gelên herêmê dixeniqînin; ji aliyê din ve jî hêzên hegemonîk ku kapîtalîzma hov temsîl dikin, careke din gelên herêmê dixe nav dorpêçekê. Di encama vê dorpêçê de ya ku dikeve para gelan mirin, koçberî û wêrankirina aborî ye. Jin, wekî beşa herî zêde ji vî şerê bandor bûye di riyên koçberiyê de, di kampan de ji bo yên ku şer dikin weke xenîmeta sereke ya şer tên dîtin. Ger di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de encam were bidestxistin di şerê ji nû ve dîzayînkirina Rojhilta Navîn de piştî Sudan, Sûriye, Yemen, afganîstan- Pakîstanê niha jî li ser Îranê êriş dijwar bûne. Bi van êrişan re tê xwestin hemû herêmê bixin bin serweriya xwe, ji bo pergala hegemon xwe û paradigmaya xwe bi cih bike hemû riyan dicerîbîne. 

Xeta rêya sêyemîn

Bi taybet li Îranê ku rewşa kurdan tê nîqaşkirin, li hemberî kurdan nêzîkatiyên pragmatîst jî berdewam dike. Par, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi awayê herî bi heybet Cejna Newrozê pîroz dikirin, lê mixabin îsal di nav şert û mercên şer ên dijwar de Cejna Newrozê pêşwazî dikin. Lê belê li ser bingeha avakirina jiyanek nû ya ku Rêber Apo wekî xeta 3yemîn formule kiriye, hem li dijî statukoyê û hem jî li dijî hêzên serdest berxwedana xwe didomînin û bi vê berxwedanê, bi pêkanîna yekitîya di navbera hemû gelên Îranê de pêşengîyê dikin. Ji bo avakirina yekitîyeke demokratîk a Îranê ya li ser bingeha mafên gelê kurd, têkoşîneke bênavber tê meşandin.

Jin di li her derê biherikin qadên çalakiyê 

Di dînamîkên şer û kaosê de, jin baskê herî bibandor ê berxwedan û têkoşînê ne. Jinên ku 8ê Adarê bi armanca ku sedsala 21an bikin sedsala jinan pîroz kirin, li her derê herîkin qadên çalakiyê. Ew bûn kevirê bingehîn ê têkoşîna hebûn û azadiyê. Ew ji bo felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ şênber bikin û bigihînin asteke azadîxwaz her tim di nav çalakiyan de bûn. Jin weke kirdeyên damezrîner ên sosyalîzma demokratîk, cihê xwe li ser dika dîrokî wekî avakerên jiyanek azad û wekhev a li dijî serdestiya mêr girtin. Şoreşa jinan a Rojava û serhildanên Jin Jiyan Azadî yên Rojhilatê Kurdistanê di gerdûnîkirina têkoşîna azadiya jinên kurd de roleke sereke lîstin. Hemû jinên li çar aliyê cîhanê li dora nirxên azadiyê kir yek. 

Banga tevlîbûnê

Helwesta ku di 8ê Adarê de hat raberkirin ji her kesî re da nişandan ku ka asta têkoşîna jinan gihiştiye kîjan astê. Em di pêvajoyekê de ne ku jinên kurd dê careke din rola xwe wekî pirek azadiyê bilîzin ku ji 8ê Adarê heta Newrozê dirêj dibe. Em bawer dikin ku bi rihê berxwedanê, hêza hevgirtin û tifaqê, helwesta siyasî û rêxistinî ku jinan derxistiye holê wê vê Newrozê bikin Newroza azadiyê. Bi wesîleya Newrozê, em careke din teqez dikin ku em ê li dijî şer û kapîtalîzma hovane aştî û jiyanek demokratîk ava bikin. Wek jin, em soza xwe nû dikin ku em bibin damezrîner û pêkanînerên modernîteya demokratîk, teoriya bingehîn a Rêberê me di destpêka sosyalîzmê de jiyanek azad diyarî mirovahiyê kiriye. Jin dê careke din di Newrozê de pêşengiya hemû çalakiyan bikin û bibêjin ‘Niha dema jina ye.’ Li ser vê bingehê, em careke din cejna Newrozê ya hemû gelan, bi taybetî jî ya gel û jinên Kurdistanê pîroz dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi dirûşmeya ‘Yekitiya demokratîk a Kurd û azadiya fizîkî ji bo Rêber Apo’ biherîkin qadên Newrozê."