PAK: Îranê êrişî barageha me kir

Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ragihand ku danê siharê artêşa Îranê bi SÎHA û mûşekan êrişî baregeha wan a li Hewlêrê kiriye.

1 deqe xwendin
PAK: Îranê êrişî barageha me kir

Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îranê êrişî baregeha wan a li Hewlêrê kiriye. PAKê di daxuyaniyê de da zanîn ku êriş bi rêya mûşek û balafira bê mirov (SÎHA) kiriye. PAKê da zanîn ku di encama êrişê de pêşmergeyek  PAKê yê bi navê Mihemed Salih Mihemed jiyana xwe ji dest daye.

Der barê êrişê de heta niha Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu daxuyaniyek nedaye.