Parêzeran rakirina tabelayên kurdî şermezar kir
Komeke parêzer, bertek nîşanî rakirina nivîsa kurdî ya li ser tabelayan da û diyar kirin ku hebûna zimanê Kurdî li kêleka Erebî pirrengiya çandî û zimanî ya Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî parêzgeha Hesekê nîşan dide.

Yekitiya Parêzeran a bajarê Qamişloyê û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li hember rakirina zimanê Kurdî ya ji tabeleya Koşka Dadaweriyê daxuyanî dan. Endam û rêveberên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li ber avahiya Koşka Dadweriyê ya bajarê Hesekê kom bûn û daxuyanî dan. Parêzer Mihemed Ferhan û Mihemed Emîn Meimo bi Kurdî û Erebî daxuyanî dan. Li Qamişlo jî li ber avahiya Koşka Dadweriyê bi zimanê Kurdî ji hêla parêzer Gulal Kasanî û bi zimanê Erebî ji hêla parêzer Mehmûd Xelo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyan de parêzeran hate gotin, zimanê Kurdî beşek girîng e ji jiyana çandî û civakî ya Parêzgeha Hesekê û di bin biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13 a 2026an de û benda 3mîn a xala 7an a Danezana Destûrî de tê parastin.
Parêzeran destnîşan kirin ku peymana 29ê Çileyê nasnameya cihêreng a zimanê Kurdî gerantî kiriye û pêwîstiya rêzgirtina li vî mafî jî piştrast kiriye.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku divê ev maf ne tenê li ser pelikan bimîne, lê divê bi eşkereyî di sazî û hemû dezgehên giştî de were pêkanîn.
Parêzeran di dewamda daxuyaniyan de wiha gotin: "Hebûna zimanê Kurdî li kêleka Erebî li ser tabeleyên saziyên fermî statuya Erebî wekî zimanekî fermî kêm nake. Berevajî vê, rêzgirtina ji bo pirrengiya çandî û zimanî ya Sûriyeyê bi giştî û bi taybetî Parêzgeha Hesekê nîşan dide."
Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku çareserkirina vê pirsgirêkê diyalogek cidî û berpirsiyar hewce dike. Parêzeran xwest baweriyê di nav saziyan de û hevkariya dadperwer di çarçoveya dewleta Sûriyeyê û yekbûna saziyên wê xurt bikin.


