Parêzerê Kurd ji hêla çeteyan ve hat kuştin

Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku parêzerê kurd Silêman Îsmaîl ku xwestiye derbasî Kobanê bibe ji aliyê komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê ne li Reqayê hatiye kuştin.

1 deqe xwendin
Parêzerê Kurd ji hêla çeteyan ve hat kuştin

Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ragihand ku di 18ê çileyê roja yekşemê parêzerê kurd Silêman Îsmaîl ku xwest derbasî Kobanê bibe ji aliyê komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê ne li Reqayê hatiye kuştin. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dema pêvçûn derketiye Silêman Îsmaîl xwestiye ku ji bajêr derbikeve, ew ji aliyê komên çete ve hatiye kuştin. Herwiha Îbrahîm Şêxo anî ziman ku kurdên xwestine ji bajarên Reqa û Tebqayê derbikevin rastî êrişên nîjadperest tên û tên kuştin.