Parêzerên Abdullah Ocalan çûn Îmraliyê

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.

1 deqe xwendin
Parêzerên Abdullah Ocalan çûn Îmraliyê

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. Hat diyar kirin ku di şandeyê de Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî cih digirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk û Îbrahîm Bîlmez herî dawî di 15ê îlonê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kiribûn.