Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ji bo vegera koçberan bi Şara re rûnişt

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Pazêgarê Hesekê anî ziman ku Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed bi serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara û hejmarek berpirsên dîtir re civiya û dosyayayên ji bo  vegera koçberan û berdana dîlgirtiyan hevdîtin kirin.

1 deqe xwendin
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ji bo vegera koçberan bi Şara re rûnişt

Nivîsgeha Çapameniyê ya Parêzgeha Hesekê têkildarî hevdîtina serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera, Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed, nûnerê serokatiyê Ziyad El Ayiş, Parêzgarê Reqayê Ebdurehman El Selamê ku li Qesra Qel a Şamê pêk hat, daxuyandiyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn: “Civînek taybet di navbera Serok Ehmed El Şera û Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed, bi amadebûna Nûnerê Serokatiyê Ziyad El Ayiş û Parêzgarê Reqa Ebdurehman El Selamê li Qesra Gel pêk hat. Ev civîn piştî beşdarbûna parêzgar, digel Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Hesekê Merwan El-Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl, di merasîma pêxistina meşaleya Newrozê de li Şamê pêk hat.

Di civînê de, çend mijarên girîng ên têkildarî herêmê hatin nîqaşkirin. Li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêka dîlgirtiyan û xebata ji bo valakirina girtîgehan ji hêla hemû aliyên têkildar ve hate nîqaşkirin ku baweriyê xurt dike, şert û mercên aramiyê ava dike.

Di civînê de mijara vegera koçberên ji bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hatin gotûbêjkirin. Ji bo vê yekê biryar hat dayîn ku komîteya fermî were avakirin ku bi misogerkirina vegera wan a ewle û bi rûmet bo bajar û gundên xwe were erkdarkirin.

Di aliyên xizmetguzarî û perwerdehiyê de jî nîqaş hatin kirin û tekezî li ser girîngiya wê wekî kevirê bingehîn ê pêşkeftina civakî hate kirin. Rewşa heyî ya pêşketinê û rêbazên başkirina xizmetguzariyan li herêma rojhilat, bi taybetî li parêzgeha Hesekê jî hate nîqaşkirin. Gotûbêj li ser projeyên girîng, weke kişandina avê ji çemê Dicle bo vexwarinê û çandiniyê, xebitîna li ser aktîvkirina ava stasyona Elokê ji bo peydakirina ava vexwarinê bo bajarê Hesekê û gundewarê wê hatin kirin.

Derbarê pêwîstiya pêşxistin û parastina binesaziyê axaftin hat kirin, bi taybetî tora rêyan, ji ber rola wê ya girîng di piştgiriya çalakiyên aborî û xizmetguzariyê de heye.

Di dawiyê de mekanîzmayên ji bo lezandina pêkanîna peymana 29ê Çileyê, bi taybetî yên têkildarî entegrakirina saziyan, ku dê karîgeriya rêveberiyê zêde bike û xizmeta berjewendiyên welatiyan bike, hatin nîqaşkirin.”