Parêzgêrê Hesekê şandeya hikûmeta demkî qebûl kir

Parêzgêr Nûredîn Ehmed û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî hevkariya di qada çavkaniyên enerjî û avê nîqaş kirin.

1 deqe xwendin
Parêzgêrê Hesekê şandeya hikûmeta demkî qebûl kir

Parêzgêr Nûredîn Ehmed, pêşwazî li nûnerê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Avê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Xalid El Xazî û şandeya pê re kir.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û çend şêwirmend jî beşdarî civînê bûne. Di civînê de mekanîzmayên entegrasyon û hevkariya di navbera saziyên enerjî û çavkaniyên avê de hat gotûbêjkirin.

Beşdaran mijara stasyona avê ya Elokê jî nîqaş kir û diyar kir ku divê tîmeke Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor were avakirin da ku bigihêje stasyonê û santrala elektrîkê ya li bajarê Dirbêsiyê were nûjenkirin.

Parêzgêrê Hesekê diyar kir ku ew amade ne komîteyan çêkin da ku rewşa çavkaniyên avê bişopînin û ji nû ve stasyona Elokê bidin xebitandin.

Her wiha parêzgêr bal kişand ser girîngiya şopandina xebatên komîteyên ku di civînên berê yên di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de hatine damezirandin.