Partiyên Rojavayê Kurdistanê êrişa li ser pêşmergeyan şermezar kir
Partiyên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên li ser başûrê Kurdistanê, bi taybet jî ya li ser pêşmergeyan şermezar kir û ev bang li hemû aliyan kir: ‘‘Nakokiyên xwe derbas bikin, yekitiya xwe saz bikin da ku mafên gelê xwe bi dest bixin, xwîna şehîdên xwe biparêzin û siberojeke hêjayî qurbaniyên dîrokî yên gelê we ava bikin.”

26 partî û rêxistinên siyasî yên kurdan ên li rojavayê Kurdistanê têkildarî êrişa li ser pêşmergeyan a li başûrê Kurdistanê ku di encamê de 6 pêşmerge şehîd bûbûn û 30 pêşmerge jî birîndar bûbûn, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Gelê me yê kurd rastî êrişên dubare yên ji gelek aliyan ve tê ku armanc dikin îradeya me bişikînin û hebûna me li hemû beşên Kurdistanê lawaz bikin. Di demên dawiyê de êrişeke rasterast li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojava, êrişa Îranê li ser berxwedana kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê û her wiha êrişên dubare li ser herêma Kurdistanê pêk hatin.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em partiyên kurdan ên li Rojava, van êrişên dubare yên li ser gelê kurd ên li hemû beşên welatê me û bi taybetî jî êrişa ku li herêma Kurdistanê qewimî, bi tundî şermezar dikin. Em van êrişan wek sûcên bêbexş li dijî îradeya gelekî ku ji bo azadî, rûmet û aştiyê têdikoşe, dibînin.”
Partî û rêxistinên siyasî di daxuyaniya xwe de bang li hemû partî, hêz û çalakvanên kurd ên li Rojava û deverên din ên Kurdistanê kir ku “nakokiyên xwe derbas bikin, yekitiya xwe saz bikin da ku mafên gelê xwe bi dest bixin, xwîna şehîdên xwe biparêzin û siberojeke hêjayî qurbaniyên dîrokî yên gelê we ava bikin.”
Partî, tevger û rêxistinên daxuyanî dane ev in:
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
Partiya Kesk a Demokrat
Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Partî Demoqratî Kurdistanî-Sûrî
Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya
Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)
Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê
Partiya Çaksazîyê-Sûriye
Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)
Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
Kongra Star
Partiya Têkoşîna Demokrat
Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê
Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê
Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Partî)
Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî)
Partiya Muhafizkaran a Kurdistanê
Şepêla Çaksaziyê ya Sûriyeyê


