Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK), ragihand ku pasdarên Îranê duh bi şev li bejahiya Ûrmiyeyê gule li kolberan reşandine.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK), ragihand ku pasdarên Îranê duh bi şev li bejahiya Ûrmiyeyê gule li kolberan reşandine. KMMK’ê da zanîn ku di encama gulereşandina pasdaran de kolberê bi navê Zabît Alxanî jiyana xwe ji dest daye.


