Pedro Sanchez: Em bi rewşeke hîn xerabtir re rûbirû ne
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez anî ziman ku krîza heyî dikare encamên ji şerê 2003yan ê Iraqê girantir bi xwe re bîne. Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî da ku êrişên li derdora navendên nukleerê têne kirin dikare ‘felaketê’ bi xwe re bîne.

Şerê di 28ê Sibatê de di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de destpêkirî, li Rojhilata Navîn giran dibe. Her diçe şer berfireh dibe û raste rast bandorên giran li ser welatên cîran çêdike. Ji civaka navneteweyî jî hişyarî zêde dibin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li Parlamenta Spanyayê axivî û anî ziman ku rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn ji Şerê Iraqê yê sala 2003an bêhtir dikare xetere be.
Pedro Sanchez got: “Em ne di nava heman senaryoya şerê neqanûnî ya wê demê de ne. Em bi rewşeke hîn xerabtir re rûbirû ne.”
Serokwezîrê Spanyayê diyar kir ku krîza heyî xwedî wê potansiyelê ye ku dikare encamên hîn kûrtir û berfirehtir bi xwe re bîne.
Ji Neteweyên Yekbûyî hişyariya ‘felaketa teqez’
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk jî bi taybetî bal kişand ser êrişên li wan herêman ku navendên nukleerê lê ne.
Turk anî ziman ku êrişên li deverên binesaziya nukleerî yên li Îran û Îsraîlê rîska mezin bi xwe re tîne û lîstikeke xetere tê lîstin ku dikare bibe sedema felaketa teqez.
Vê daxuyanî fikar zêde kirin ku şer ne tenê ji aliyê leşkerî her wiha ji aliyê ewlekariya global ve jî dikare encamên cidî bi xwe re bîne.
Tehran: Danûstandin di halê hazir de bi DYAyê re nayê kirin
Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Pakistanê Reza Amiri-Mugaddam jî têkildarî îdîayên ku dibêjin bi DYAyê re hevdîtin têne kirin daxuyaniyek da.
Amiri-Mugaddam îdîayên Donald Trump derewand û got: “Heta niha di navbera her du welatan de hevdîtineke yekser an jî neyekser nîn e."


